Xwezgînî
Şexsên Pîesê
Sitepan Sitepanoviç Çubokov, Axa ye (xwedî ax e)
Natalya Stepanavna, keça wî (keça Çubukov e), 25 saliye.
Îvan Vasilyeviç Lamov, cînarê Çubukovan e (axa ye e), merifek li ser xwe, hinek qelew, lê zehf waswasok e
Buyer li cotgeha mala Çubukovan derbas dibe.
Li mala Çubukov, li oda mêvanan.
I
Çubokov û Lomov ( frakê li xwe kiriye û lepikê sipî li destê xwe kiriye)
Çubukov: ( Diçe pişiya wî). Xwedêyo, kî dibînim! Îvan Vasîlyevîç! Ez bi ditina gelek kêfxweş bûm! ((Destê wî digire). Bi rastî jî ev tam surprîz e, yadêê… Hûn çawa nin?
Lomov: Gelek sipas dikim. Hûn çawa nin?
Çubukov: Bi xêra diayê we, em di halê xwe de dijîn diçin. Rûnin, rica dikim rehet bin. Bêguman, ne baş e mirov cîranên xwe ji bîr bike, canê min. Xwedêyo, lê çima hûn ew qas fermî hatine? Wiha di nav frakê de, letik di dest de û hvd. Eceb hûn bi ku de diçin ezîzê min?
Lomov: Na, ez hima hatime cem we, birêz Stepan Stepanovîç.
Çubukov: Ê îcar çima ev frak û xemil? Eynî mîna ku diçî serdana Cejna Sersalê!
Lomov: Binêrin, mesele ev e (Bi milê wî digire): Ez hatime cem we, birêz Stepan Stepanoviç, da ku bo daxwazekî we aciz bikim. Eva bû çend car e ku ez gihêştim wê şerefa alîkarî xwestinê ji we û we her dem çawa bêjim… lê ez, bibexşînin, kelecanî me. Ez ê av vexwim, birêz Stepan Stepanoviç. (Av vedixwe)
Çubukov: (Ber bi temaşevanan, xwe bixwe) Hatiye peran bixwaze! Nedim! (Ji wî re) Mesele çi ye, xorta delal?
Lomov: Hûn dibînin, birêz Stepanovîç… xeletiya min e, Stepan Birêzovîç… Yanê, wekê cenabê we jî dibîne, ez ecêb kelecanî me… Bi gotinek, tenê hûn dikarin aliyê min bikin, her çend, bêguman, ez bi tu tiştî layiqî vê nebûme û… û mafê min tune ku ji we alîkarî hêvî bikim.
Çubukov: Ax, dayêê, dirêj nekin! Rasterast bêjin! Xêr e?
Lomov: Niha…Vê gavê. Mesele ev e ku, ez hatime ku ji te keça te Natalya Stepanovnayê bixwazim.
Çubukov: ( bi kêf). Wey dayêê! Îvan Vasîlyevîç! Ka carek din dubare bikin, min baş nebihîst!
Lomov: Bi destûra we ez dixwazim…
Çubukov: (gotina wî dibre). Ezîzê min… Ez wisa kêfxweş im û gelek… Tam wisa, tam wisa û filan bêvan. ( Wî himbêz dike û maç dike). Min ji berê ve wê yekê dixwest. Ez her dem li hêviya vî yekê bûm. (hêstirek ji çavê wî tê xwarê.) Û min her dem mîna kurê xwe yê helal ji we hez kiriye canê min. Xwedê bext, evîn, dilpakî bide we herdukan û filan bêvan, û ez zehf razî me… Îcar ez çima mîna ehmeqan li vir sekinîme? Ji kêfxweşîyê şaqiz bûm e, welleh şaqiz im! Ax, ez ji dil û can.. Ez niha diçim gazî Nataşa dikim û hema niha.
Lomov: (bi hêstyarî) Stepan Stepanoviçê birêz, hûn çi dibêjin, qe ez ê bi dilê wê bim, ew ê bi min qawîl be?
Çubukov: Çawa, tu evqas bedew bî û…û ew ê bi te qawîl nebe! Ew wekê pisîka adarê li ser te evîndar e û filan bêvan… Aniha çûm! (Diçe)
II
Lomov (tenê ye)
Lomov: Sar e…, Mîna beriya merif bikeve ezmûnê, ez dilerizim. Ya herî girîng, divê meriv biryarê bide. Eger zehf bifîkirim, xwe bihejînim, mûjil bim û li hêviya evîna bêqisûr bisekinim ezê tu car nekaribim bizewicim. Brr!.. Zehf sar e! Natalya Stepanovna jinek bêqisûr e, biaqil e û xwenda ye… Êdî ez ji xwedê çi bixwazim. Lê ji kelecanê guhê min vizînî dike. (av vedixwe). Na, ez nikarim bê zewac bimînim… jixwe, a yekem, emrê min bû 35 salî. Çawa dibêjin, temenek kritik e. A dûyem, ji min re jiyaneke birêkûpêk, asayî lazim e… Nexweşiya dilî bi min re heye, dil herdem bilez davêje, ez zû hêrs dibim û bê hed bi kelecanî dibim… Niha jî lêvên min dilerizin, çavê min ê çepê davêje. Lê tirsa min ê herî mezin, ev xew e. Yanê, tenê diçim ser nivînan û tenê dikevim xewê, hema ji nişkeva tiştek li ser milê min ê çepê – derk! û li milê min û serê min dide. Mîna dînan ji ciyê xwe tangda radibim, hinek li ser piyan diçim û têm, û dîsa dikevim nav nivînan. Tam dikevim xewê dîsa li ser milê min – derk! Û bîst car dubere dike…
III
Natalya Stepanovna û Lomov
Natalya Stepanovna: (Dikeve hûndir) Weyy Xwedê! Ev hûn in, bavê min got: here li wê bazirganek hatiye ji bo alavan. Hûn bixêr hatine, Îvan Vasilyevîç!
Lomov: Merheba Natalya Stepanovna ya qedirbilind.
Natalya Stepanovna: Bibexşîne, ez bi pêşbend û cilên malê me… Em bezelye hildiçînin ji bo hişkkirinê. Çima hûn ev çend dem e nehatine mala me? Rûnin…
Rûdinin.
Hûn taştêyê dixwazin?
Lomov: Na ez gelek sipas dikim, min taze xwar.
Natalya Stepanovna: Cixare… Ha nift… Hewa gelek xweş e, duh ewqas şilî hat, pelan nekarin tevehiya rojê tu tiştekî bikin. We çend gwirz giya dirû? Ez, bifikirin, çavbirçîtî kir û tevahiya giyayê dirûm, lê niha zehf poşmamim, ditirsim giyayê min birizin. Xwezî min hinek berxwe bidaya. Lê ev çiye? We frak li xwe kiriye! Ev çi nûçe ye! Balo heye! Hûn ê herin balo, ne wisa? Hûn jî gelek xweşik bûne.. Bi rastî, hûn çima wiha şik û şatir in.
Lomov (bi kelecan): Hûn dibînin, Natalya Stepanovna ya rêzdar… Mesele ev e ku min biryar daye ku ji we bixwazim da ku hûn guh bidin min… Helbet hûn ê şaş bibin û dibe ku hêrs bibin, lê ez… (Ber bi temaşevanan) Çi sar e!
Natalya Stepanavna: Mesele çiye?
Bêdengî
Eee?
Lomov: Heta ji destê min bê ez ê bi kurtî bêjim. Hûn, dizanin Natalya Stepanovnaya rêzdar, ku ez ji zaroktiya xwe ve gihiştime şerefa danasîna malbata we. Xaltîka min a rehmetî û mêrê wê, ku hûn dizanin mîrasê xwe ji min re hêştine, gelek nêzikê malbata we bûn. Malbata Lomovan û malbata Çubukovan her dem dostê hev ê nizik bûn, û dikarim bêjim têkiliya wan ji pismamtiyê wêdatir bû. Digel vê, wekê ku hûn dizanin, erdê min û yê we bi hev re sînordar in. Heger bînin bîra xwe, Zeviyê min ê Mêrga Gayê û dehla we bi hev ve sînor in.
Natalya stepanovna: Li min biborin, ez ê gotina we bibirim. Hûn dibêjin “Mêrga Gayê ya min” ? Qe ew ya we ye?
Lomov: Helbet ya min..
Natalya Stepanovna: Çawa, êdî çi! Mêrga Gayê ya me ye, ne ya we!
Lomov: Na, Natalya Stepanovnaya rêzdar, ya min e.
Natalya Stepanovna: Tiştek wiha jî taze bihîst! Ew ji ku ya we ye?
Lomov: Çawa ji ku? Ez behsa Mêrga Gayê dikim, ku wekî xençerê di navbera daristana we û Pengava Şewitî de ye
Natalya stepanovna: Erê erê … Lê ew ya me ye..
Lomov: Hûn şaşin Natalya Stepanovnaya rêzdar, ew ya min e.
Natalya Stepanovna: Hêşê xwe binin serê xwe, Îvan Vasîlyevîç! Ew ji kengê ve bûye ya we?
Lomov: Çawa ji kengê ve? Ji dema ku bîrewer bûme de dizanim, ew her tim ya me bûye
Natalya Stepanovna: Lê, ev, ferz bikin, bibexşînin!
Lomov: Di tapiyê de ev diyar e, Natalya Stepanovna ya rêzdar. Di meseleya Mêrga Gayê de wextekê nakokî hebû, ev rast e; lê niha her kes dizane ku ew ya min e. Tiştekî nîqaşê tê de tune… Ji kerema xwe re binêrin, dapîra xaltika min vê mêrgê daye paleyên bapîrê bavê we, bê dem û bê pere, ji bo ku tuğlê ji wan re bişewitînin. Paleyên bapîrê bavê we eva çil sale vê erdê bê pere bikar anîn û hêdî hêdî ew ji xwe re hesibîn, lê… Paşê kengê qanûn derket…
Natalya Stepanovna: Naxêr, çawa tu dibêjî ne wisa ye! Û bapîrê min û bavê bapîrê min difikirîn ku sinorê erdê wan heta Pengava Şewitî dirêj dibe. Yanê, Mêrga Gayê ya me bûye. Di vir de çi nakokî heye? Ez fam nakim. De were neqehire!
Lomov: Ezê tapiyê nîşanê te bikim Natalya Stepanovna!
Natalya Stepanovna: Na, hûn tenê henekan dikin yan jî tinazê xwe bi min dikin… Çi surpriz e! Hema hema sêsid sal e em xwediyê vê erdê ne û ji nişkeva ji me re dibêjin ku ev erd ya me nîne! Îvan Vasilyevîç, qisûrê nenihêre, lê ez heta ji guhê xwe jî bawer nakim… Ne ew mêrg e bo min giring. Serî-binî pêncî donûm e, nirxê wan sêsid ruble ye, lê tehemûla min ji neheqiyê re tune. Çi dixwazin bêjin, lê tehemûla min ji neheqiyê re tune.
Lomov: Ez lave dikim, guh bidin min! Paleyên bapîrê bavê we yên ku min ji we re qal kiribû, ji bo dapîra xaltika min kerpîç sor dikirin. Dapîra xaltika min jî ji ber vî xwestiye dilê wan xweş bike…
Natalya Stepanovna: Bapîro, dapîro, xaltikê…. Li vir tu tiştekî fahm nakim! Mêrg ya me ye, û xelas!
Lomov: Ya me ye!
Natalya Stepanovna: Ya me ye! Hûn du rojan ispat bikin jî, panzdeh frakan jî li xwe bikin, mêrg ya me ye, ya me, ya me!… Ez ya we naxwazim û niyeta min tune ku ya xwe jî hunda bikim… Dilê we çawa dixwaze!
Lomov: Ji min re, Natalya Stepanovna, mêrg lazim nîne, lê ez ji prensîbê diaxivim. Eger bixwazin, ji kerema xwe re, ez wê diyarî we dikim.
Natalya Stepanovna: Ez bixwe dikarim diyarî we bikim, ew ya min e. Ev hemû, bi kêmanî, ecêb e, Îvan Vasilyevîç! Me heta niha digo hûn cînar û dostekî gelek baş in, û me par partoza xwe da we, heta ji ber vê yekê em mecbûr man ku di Mijdarê de genimê xwe bidin bêderê, lê hûn bi me re wek ku em mirtib in tevdigerin. Rabûne erdê min diyarî min dikin. Biborin, ev cînartî nîne! Bi min ev dirûtiyek e, eger hûn dixwazin…
Lomov. Bi baweriya we ez nijdewan im? Xanim, Min tu car dest daneyniye ser erdê kesî û tu kes nikare min bi vî yekê tewanbar bike… (Bi lez diçe ber qedehê û av vedixwe.) Mêrga Gayê ya min e!
Natalya Stepanovna: Na derew e, ya me ye!
Lomov. Ya min e!
Natalya Stepanovn:. Derew e! Ezê nişanê ji we re îspat bikim! Ezê îro daskêşên xwe bişînim wan mêrgan!
Lomov: Çi?
Natalya Stepanova: Îro wê daskêşên min li wir bin!
Lomov: Ezê stuyê wan bişkînim!
Natalya Stepanaova: Hûn nikarin vê yekê bikin!
Lomov: (dilê xwe digire) Mêrga Gayê ya min e! Fam dikin? Ya min e!
Natalya Stepanovna: Qîrinî nekin, ji kerema xwe re! Hûn dikarin li mala xwe qîrinî bikin û ji hêrsa biorin. Lê li vir hêvî dikim xwe bidin hev!
Lomov: Eger, xanim, ev lêdana dil a tirsnak û êşketî nebûya, eger damarên min li serê min nexistina, wê demê ez ê bi awayekî din bi we re biaxivîma! (Qîr dike.) Mêrga Gayê ya min e!
Natalya stepanovna: Na xêr, ya me ye!
Lomov: Ya min e!
IV
Ew Herdu û Çubukov
Çubukov: (dikeve hundir) Çi bu ye? Çima qêrînî dikin?
Natalya Stepanovna: Bavo, ji kerema xwe re bêje ji vî cawamêrê re ka Mêrga Gamêşan ya me ye an ya wî?
Çubukov: (ji wî re) Ezîzê min, Mêrga Gayê ya me ye!
Lomov. Xwedê ji we razî, Stepan Stepanovîç, ji ku ew ya we ye? Qe nebe hûn adil bin! Dapîra xaltîka min Mêrgê da paleyên bapîrê bavê we bi demkî û bêberdêl ji bo ku bikarbînin. Paleyên bapîrê bavê we eva çil sale vê erdê bê pere bikar anîn û hêdî hêdî ew ji xwe re hesibîn, paşê ku qanûn derket…
Çubukov: Destûrê bidin, ezîzê min… Hûn ji bîr dikin ku paleyan pere nedidan dapîra we ji ber ku mesela mêrgê wê demê nediyar bû, filan bêvan… Û niha kûçik jî dizane, bê guman ku ew ya me ye. Naxwe we nexşeya eraziyê nedîtiye!
Lomov: Ez ê ji we re îspat bikim ku ew ya min e!
Çubukov: Îspat nakin, hevalê hêja!
Lomov: Na, ez ê îspat bikim!
Çubukov: Dayêê, çima evqas qêrîn dikin? Bi qêrîn nikarin tiştek îspat bikin. Ez tiştekî we naxwazim û niyeta min tune ku dev ji ya xwe jî berdim. Ji çi sedemê? Madem mesele hat vê reddeyê, şirînê min, dilê we heye di meseleya mêrgê de nakokî derxin û filan bêvan, wê demê şûna ku ez bidim we, ez ê wê diyarî gundiyan bikim. Ha, wiha!
Lomov: Ez fam nakim! Çi mafê we heye hûn malê xelqê diyarî dikin?
Çubukov: Destûrê bidin ku ez bizanim, mafê min heye an na. Bi rastî, xortê ciwan, ez hîn nebûme ku bi min re bi vî rengî bên axaftin û filan bêvan. Ez, xortê ciwan, du qat ji we mezintir im û ji we rîca dikim bi min re bê kelecan biaxivin û filan bêvan.
Lomov: Hûn min ehmeq dihesibînin û bi min dikenin! Erdê min dikin erdê xwe û ser de jî dixwazin ku ez aram bim û bi we re wek merivî biaxivim! Cînarên baş wiha nakin, Stepan Stepanovîç! Hûn ne cînar in, lê nijdewan in!
Çubukov: Çi çi? We çi got?
Natalya Stepanovna: Bavo, hema niha daskêşan bişîne mêrgan!
Çubukov(ji lomovê): We çi got, cawamêrê delal!
Natalya Stepanovna: Mêrga Gayê ya me ye, û ez ê dev jê bernedim, bernedim, bernedim!
Lomov: Emê bibînin! Ez ê li dadgehê îspatê we bikim ku ew ya min e!
Çubukov: Dadgehê? Hûn dikarin biçin dadgehê, cawamêrê delal, û filan bêvan! Dikarin! Ez we nas dikim, hûn tenê, rast e, li benda fersendê ne ku doz vekin û filan bêvan… Xwezayek dozhez! Hemû binemala we dadgehhez bûn. Hemû!
Lomov: Reca dikim, li binemala min heqaret nekin! Binemala Lomovan hemû mirovên rûspî bûn, yek ji wan tune ku mîna xalê we ji ber pereyên xelqê xistin zimeta xwe ketibe dadgehê!
Çubukov: Binemala we ya Lomovan hemû dîn bûn!
Natalya. Hemû, hemû, hemû!
Çubukov: Bapîrê we serxoşek beredayî bû, û xalika we ya piçûk, rast e, Nastasya Mihaylovna, bi mîmar re reviya û filan bêvan…
Lomov: Diya we teniştxwar bû. (dilê xwe digire). Êşek ket milê min… Avêt serê min… Yarebîî!… Av!
Çubukov. Bavê we jî qumarbaz û ûrmeşk bû’
Natalya Stepanovna. Xaltika we jî paşbêjekê bêhempa!
Lomov: Nigê min ê çepê hişk bû… Hûn jî fesad in… Ax, dilê min!.. Û her kes pê dizane ku hûn berî hilbijartinê… Çavên min tîr didin… Şewqa min kanê?
Natalya Stepanovna. Nemerd! Bêşeref! Gemarê heram!
Çubukov: Û hûn bixwe, rast e, mirovekî jehrî, dirû û fêlbaz in! Erê, hûn!
Lomov: Aha şewqe… Dilê min… Bi ku ve biçim? Derî li ku ye?.. Ax… Dimirim, herhal… Lingê min dikişe… (Diçe ber derî.)
Çubûkov: (li pey wî) Û bila lingê we carekê din li mala min nekeve!
Natalya. De hadê here dadgehê! Em ê bibînin!
Lomov bi gavên kulek derdikeve.
V
Çubukov û Natalya Stepanovna
Çubukov: Here cehnemê! (bi kelecan diçe û tê)
Natalya Stepanovna: Bêşeref! Vêca piştî vê yekê de were ji cîranên baş bawer bike!
Çubukov: Rêzil! Kalikê nav bostanan!
Natalya Stepanovna: Pisê heram! Hem erdê xelqê dike ya xwe hem jî çêran dike!
Çubukov: Ev pîrebok, ev, erê, mirîşka kor hê jî cesaret dike ku teklîfa zewacê bike, û filan bêvan? Îcar? Teklîf!
Natalya Stepanovna: Teklîfa çi?
Çubukov: Helbet! Hatiye ku te bixwaze.
Natalya Stepanovna: Min dixwaze? Min? Te çima serî de vê yekê ji min re negot?
Çubukov: Û ji ber wê wisa frak li xwe kiriye! Rû sosîs! Kiyarkê qirmiçî!
Natalya Stepanovna: Ji min? Teklîf? Ax! (Dikeve ser kursiyê û nalîn dike) Wî vegerînin! vegerînin! Ax! vegerînin!
Çubukov. Kî vegerînim?
Natalya Stepanovna: Zû bike, zû bike! Serê min li min digere! Vegerîne! (dikeve kirîza histeriyê)
Çubukov: Çi bû? Çi derdê te heye? (Serê xwe digire.) Ez çi mirovekî bêbext im! Ez ê xwe bikujim! Xwe daliqînim! Min helikandin!
Natalya Stepanovna: Ez dimirim! Wî vegerîne!
Çubukov. Off! Aniha. Fîzanê neke! (bi rev diçe)
Natalya Stepanovna: (tenê, dinale) We çi kir! Wegerînin, vegerînin!
Çubukov(bi lez tê): Niha tê, û filan bêvan, şeytana neletî! Off! Tu bi xwe bi wî re biaxive, lê ez, erê, naxwazim…
Natalya (dinale). Vegerînin!
Çubukov: (diqêre) Ji te re dibêjim ew tê. Ax, ya rebilalemîn, çi bela ye meriv bibe bavê keçek gihêştî! Ez ê xwe kêr bikim! Welleh ez ê xwe kêr bikim! Mêrikî dan ber çêran, rûreş kirin, xistin der, û hemû di rûyê te de… te!
Natalya Stepanovna: Na, di rûyê te da!
Çubukov: Niha jî ez neheq derketim!
Limov li ber derî dixwiyê.
Lê tu bixwe bi wî re biaxive (derdikeve)
VI
Natalya Stepanovna û Lomov
Lomov (dikeve hundir, bêqidûm): Dilê min pir xedar lê dide…Lingê min tevizî…kêla min de sancî…
Natalya Stepanovna: Bibexşîne, em hêrs bûn, Îvan Vasîlyevîç… Niha hat bîra min: Merga Gayê bi rastî jî ya we ye.
Lomov: Dilê min bêhed lê dide… Mêrga min… herdû çavê min tîr didin…
Natalya Stepanovna: Ya we ye, Mêrg ya we ye… Runin…
Rudinin
Em neheq bûn…
Lomov: Ez behsa pirensîpê dikim. Ji bo min qimeta erdê tune, lê pirensîp gelek giring in..
Natalya Stepanovna: Belê pirensîp… De ka em di derheqê tiştên din de biaxivin.
Lomov: Digel vê, delîlên min hene. Dapîra xaltîka min ew dan gundiyên bapîrê bavê we…
Natalya Stepanovna: Bes e, bes e ev… (xwe bixwe) Nizam ji ku ve destpê bikim…(Jê re) Hûn ê van rojan herin niçirvaniyê?
Lomov: Nêçirvaniya qulîngan, Natalya Stepanovna ya birêz, difikirim ku piştî dirûnê biçim. Ax we bihîstiye? Bifikirin, çi bêbextî hate serê min! Ugadayê min, ku hûn pê dizanin, dikule.
Natalya Stepanovna: Çi heyf! Çima?
Lomov: Nizanim… Dibe ku tel kiriye, an jî seyên din gez kiribin… (bêhn dikişîne). Çi sekî hêja bû, pereyê wî jî nayê gotin! Yanê min ji bo wî 125 ruble da Mîronov.
Natalya Stepanovna: We zêde daye, Îvan Vasilyeviç!
Lomov: Bi min, ev gelek erzan e. Sekî bêhempa ye.
Natalya Stepanovna: Bavê min ji bo Otkatay 85 ruble tenê da û Otkatay ji Ugadayê we gelek çêtir e jî!
Lomov: Otkatay ji Ugaday çêtir e? Hûn çi dibêjin! (dikene). Otkatay ji Ugaday çêtir e!
Natalya Stepanovna: Bêguman çêtir e! Otkatay, raste, ciwan e, hê negihêştiye, lê ji aliyê tevger û jêhatiyê ji wî çêtir nîne, heta li bal Volkonançenko jî tine.
Lomov: Bibexşînin, Natalya Stepanovna, lê hun ji bir dikin ku çeneyê wî xwar e, kûçikek çenexwar di nêçirê de her tim qels e!
Natalya Stepanovna: Çenexwar? Cara yekem e dibihîzim!
Lomov. Bawer bikin, çena wî jorê ji ya xwarê kurttir e.
Natalya Stepanovna: Qe we pîvaye?
Lomov: Min piva. li pêy nêçirê xwe baz dide, helbet, lê gava qefilan, wê gavê bi guman im…
Natalya Stepanovna: Pêşî, Otkatayê me xwediyê esl e, pirçên wî gur in, ew kurê Zapryagay û Stameskayê ye, lê ya we ya çil-beq, esil û neslê wî ne diyar e… Ji wê jî zêdetir kal û xerab xuya dike, mîna hespê jihevketî…
Lomov: Kal e, ez şûna wî de pênc Otkatayê we nagirim… Ma dibe qey? Ugaday kûçik e, lê Otkatay… niqaşkirina vî jî komîk e… Seyên mîna Otkatayê we li bal her nêçirvanek qor bi qor hene. Herê zêde bîst û pênc ruble digire, gîmeta wî ev e.
Natalya Stepanovna: Di nava we de Îvan Vasîlyevîç, meriv dibê qey îro şeytana neletî rûniştiye. Geh difikirin ku mêrg ya we ye, geh dibêjin Ugaday ji Otkatay çêtir e. Ez hez nakim wexta meriv çi difikire wê nebêje. Naxwe hûn jî gelek baş dizanin ku Otkatay ji Ugadayê we sed qat çêtir e… ew Ugadayê ehmeq. Çima berevacî dibêjin?
Lomov: Ez dibînim, Natalya Stepanovna, hûn min wekî kor an gêj dihesibînin. Fam bikin ku, Otkataýê we devxwar e!
Natalya Stepanovna: Derew e!
Lomov: Devxwar e!
Natalya Stepanovna: (Qêrini dike) Derew e!
Lomov: Hûn çima qêrinî dikin xanim?
Natalya Stepanovna: lê hûn çima wiha tewo mewşo diaxivin? Bi rastî jî ev hêrsa merif radike! Êdî wexta kuştina Ugadayê we hatiye lê hûn wê bi Otkatay re didin ber hev!
Lomov: Biborin, ez nikarim vê niqaşê bidomînim. Dilê min dikute.
Natalya Stepanovna: Min fahm kir: Nêçirnanên ku herê zêde dekevin niqaşan, ew her kesê bêfahmtir in.
Lomov: Xanim, ez hêvî dikim ji we, hûş bin…Dilê min wexta biteqe…(diqîre) Hûş bin!
Natalya. Hûş nabim, heta hûn qebûl nekin ku Otkatayê me ji Ugadayê we sed qat çêtir e!
Lomov: Sed car xerabtir e!…Viski… çavên min… milê min..
Natalya Stepanovna: Û Ugadaýê we yê bêaqil ne hewce ye ku bimire, ji ber ku ew bêyî vê jî nîv-mirî ye!
Lomov. Hûş bin! Dilê min diteqe!!
Natalya. Hûş nabim!
VII
Ew herdu û Çubukov
Çubukov: (dikeve hundir) dîsa çi bu?
Natalya Stepanovna: Bavo rastiyê ji dil bêje: kêjan se hêjaye; Otkatayê me yan Ugadayê wî?
Lomov: Ez ji we lave dikim, carek de bêjin: Otkataya we devxwar e yan na? Erê yan na?
Çubukoov: Çi bûye yanê wisa be jî? Ev jî mesele ye? Erê di vî gundê de ji wî çêtir kûçik tune, û filan bêvan…
Lomov: Lê Ugadaýê min çêtir e? Destê xwe daynin ser ûjdana xwe!
Çubukov: Kelecanî nebin, ezîzê min… Destûr bidin… erê rast e, Ugadayê we taybetmendiyên xwe yên baş hene… bi esl e, lingên wî xurt in û ranên wî şidiyayî ne. Lê ev kûçik, delalê min, du aliyên wî yên nebaş hene: kal e û pozê wî kurt e.
Lomov: Bibexşînin, dilê min lê dixe… Werin em li rastiyê binêrin… Bifikirin, di zeviyên kesk ên Maruşkinê de Ugadayê min bi Razmahaýê Graf re mil bi mil diçû, û Otkatayê we bi tevahî yek verstiyek paş ma.
Çubukov: Paş de mabu, ji ber ku seyîsê kont wî qamçî kiribû.
Lomov: Heq kiribû. Hemû kûçik li pêy roviyê dibezîn, Otkatay beranê diperitand!
Çubukov: Derew e!… Xwedayo, ez zû hêrs dibim û ji we rica dikim vê niqaşê rawestinin. Lê xist ji ber ku her kes seyên xelqê hesûdî dikin… Belê! Hemû hesûd in! Û hûn, birêz, bêqisûr nînin! Hema, rast e, hûn ku dibînin kûçikek ji Ugadayê we çêtir e, yekser dest pê dikin vana… bixwe… û filan bêvan… Baş tê bîra min!
Lomov: Tê bira min jî
Çubukov: Bîra min jî tê… Lê çit ê bîra te?
Lomov. Dilê min… Nigê min tevizî… Nikarim.
Natalya Stepanovna (tinaz dike): Dilê min lê dide… Hûn çawa nêçirvan in! Divê hûn li mitbaxê, li ber tivikê razên û kêzikên reş bikujin, lê ne ku li pêy rovî baz bidin! Lêdana dil!
Çubukov: Bi rastî, hûn çawa nêçirvan in? Bi lêdana dilê xwe, rast e, divê hûn li malê rûnin, ne ku li ser kurtanê bigerin. Xwezî bi rastî jî nêçirvanî bikira, lê hûn tên tenê ji bo ku niqaş bikin û kûçikên xelqê asteng bikin û filan bêvan. Ez kesekî kelecanî me, dev ji vî niqaşê berdin. Hûn qet, rast e, nêçirvan nînin!
Lomov: Û hûn nêçirvan in? Hûn tenê ji bo ku xwe li ber kont xweş bikin û fesadiyê bikin diçin… Dilê min!… Hûn fesad in!
Çubukov: We go çi? Fesad?(diqêre). Hûş bin!
Lomov: Fesad!
Çubukov: Weled! Têjkê seyê!
Lomov. Mişka keftor! Cizvît!
Çubukov: Hûş bin, nawxe ez ê we bi tivinga xwe ya rizî mîna kewê bidim ber guleyan, mîna kêvroşkekî. Fortek!
Lomov: Her kes dizane, ku…ax, dilê min!…jina we ya rehmetî li we dixist… Nigê min… eniya min… Dikevim, dikevim!..
Çubukov: Û tu jî di binê piyên xîzmetkarê xwe de diperçiqî!
Lomov: Ha, ha, ha… Dilê min teqî! Milê min ji cî derket… Milê min li ku ye?.. Dimrim! (Di kursiyê de dikeve.) Dixtor! (ji xwe diçe.)
Çıbukov: Weled! Kavirê berşîr! Fortek! Ez betilîm! (av vedixwe), ez betilîm!
Natalya Stepanovna: Hûn çawa nêçirvan in? Hê nikarin li ser hespê rûnin! (ji bavo re! Bavo! Çi pê hat? Bavo! Binêre, bavo! (Hawar dike) Îvan Vasîlyevîç! Ew mir!
Çubukov: Ez nebaş im!… Ez xeniqîm!… Hewa!
Natalya Stepanovna: Ew mir! (milçikê Lomov digire). Îvan Vasilyevîç! Îvan Vasilyevîç! Me çi kir! Ew mir! (dikeve ser kursiyê). Dixtor! Dixtor! (dikeve kirîza histeriyê)
Çubukov. Ax… Çi bûye? Çi bi te hatiye?
Natalya Stepanovna: Ew mir! (dinale) … mir!
Çubukov: Kî mir? (li Lomov dinêre) Bi rastî jî ew miriye! Ya xwedê! Av! Dixtor! (îskanê dibe ber devê Lomov) Vexwin!.. Na, venaxwe… Naxwe, miriye û filan bêvan… Ez çi merivek bêbext im! Ez çima hê gûlekî bernadim eniya xwe? Min çima heta niha xwe kêr nekir? Li benda çi me? Kêrê bidin min! Tivingê bidin min!
Lomov xwe dilepıtine.
Bawerke dijî…Av vexwe! Ha wisa!
Lomov. Çave min tîr dide… xumam e… Ez li ku me?
Çubukov: Zû bizewicin û herin cehnemê! Ew qebûl dike! (destê Lomov û destê keça xwe digîne hev) Ew qebûl dike û filan bêvan… Ez we pîroz dikim û filan bêvan. Tenê hûn min rehet berdin!
Lomov: Hii? Çi? (Radibe ser xwe) kê?
Çubukov: Natalya qebûl dike! Êdi? Wê ramuse u …u herin cehnemê.
Natalya Stepanovna: (Radibe). Ew dijî! Erê, erê, ez qebûl dikim!
Çubukov: De hadê ramûsin!
Lomov: Ha? Ê ki? (Ew û Natalya Stepanovna hevdu maç dikin). Ez gelek kefxweşim… Destûr bidin, çi dibe? Ax, erê, fahm dikim… Dilê min… çirûsk… Ez kêfxweş im… Natalya Stepanovna… (Destê wê maç dike), nigê min tevizî…
Natalya Stepanovna: Ez… Ez jî gelek bextiyarim..
Çubukov: Barekê wekê çiya ji ser mile min rabu… Ox..
Natalya stepanovna: Lê her tişt temam e û bi we qebûle ku Ugaday ji Otkatay xerabtir e.
Lomov: Çêtir e!
Natalya Stepanovna: Xerabtir e!
Çubukov: Wa ye, bextewariya malbatî dest pê dike! Şampanya!
Lomov: Çêtir e!
Natalya. Xerabtir e! Xerabtir e! Xerabtir e!
Çubukov. (Bi dengeki bilind.) Şampanya! Şampanya!