Armanca Wêjegeha Rûsî, hezkiriyên wêjeya rûsî li hev anîn û avakirina qadekî ye ku wêjeya rûsî û xwînerên kurdî tê de bigihîjin hev.
Wêjegeha Rûsî bi armanca avakirina qadekî wisan hate damezrandin ku em li vir cîh bidin nivîsên li ser wêjeyê, analîzên berheman, wergerên rasterast ji zimanê rûsî û her wiha podcastan.
Ev tenê gavek e ji rêwîtiyek dirêj ku em dixwazin bi wê dengê kurdî li qada wêjeyî ya spesîfîk zêde bikin. Hêvî dikin ku ev hewldan bibe xebateke sûdewar û ku xwîner û guhdarên me jî ji vê xebatê razî bin.
Hûn jî dikarin bi xebatên xwe beşdarî vê qadê bibin. Ger bixwazin nivîs an wergerên xwe bi me re parve bikin û em wan biweşînin, ji kerema xwe re bi me re têkilî daynin.