Li hêvîya min bisekine, ez ê vegerim.
Bes gelek bisekine,
Bisekine, gava keser digirê
Baranê zerîn,
Bisekine, wexta befir dibare,
Bisekine, dema germê,
Bisekine, dema kesek nesekine,
Di şevên jibîrbûyî de.
Bisekine, wexta ji warên dûr
Name nayên,
Bisekine wexta herkes
Ji sekanê jî kerixîn.
Li hêvîya min bisekine, ez ê vegerim.
Xweşiyê hêvî neke
Ji kesên ku jiber dibêjin
Êdî wexta jibîrkirênê ye.
Bila bawerkin kur û dê
Ku ez êdî tuneme,
Bila heval biwestin ji hêvîbûnê
Rûnin li ber agirê
Şeraba sorê tûj vexwin
Bibîr bînin rûhê min…
Bisekine.
Gava bi wan re vexwî lez neke.
Li hêvîya min bisekine, ez ê vegerim.
Li rika hemû mirinan ve.
Bila kesên ku li hêviya min nesekinîn
Bibêjin: Şansê wî hebû.
Fem nakin kesên ku nesekinîn,
Çawa ji nava agirek
Bi libendebûna xwe
Te ez xwelaskirim.
Ez çawa sax mam
De bila ez û tu bizanibin;
Lewma te zanî li benda min bisekinî
Wekî din ne tu kes.