Ave Oza (Silav Oza)
Ave, Oza. Şev an mal,
Qe se diewtin, hêstiran dialêsin,
Ez sewta te se dikim,
Ave, Oza.
Çilmisîm mîna ku ketime avê,
Min ê reben û pêkenî, çawa bizanîya,
Ku evîn, tirsek xeder e!
Ave, Oza…
Xemek gran e, ku niha tu bitenê bî,
Lê grantir e ku niha kesek li ba te bî,
Şeytan daye te delalîyek yeman,
Ave, Oza!
Hun: mikrop, merif, lokomotif,
Lave dikim, wê biparêzin.
Bila xeberek nebxêr nedin te,
Hêvîdar im qet nebxêri nebînî
Ave, Oza…
Yen li dijê hevin, tên ba hev,
Bihêle, êş û derdên te ez bikşînim,
Di miknatîzê de ez, aliya pozîtifim,
Lê tu şewqî, di şewqê de be her tim.
Tu yê pê nehesî, ez çawa diêşim
Ez ê bi êşa xwe te neêşim.
Û bi mirina xwe te aciz nekim
Û bi jiyîna xwe barê te giran nekim
Ave, Oza. Her tim şewq bide.
Venemire yek kêliyek jî.
Gazîn nakim ku çûyî,
Minettdarim, tu di jiyana min de borîyî.
Ave, Oza…
Andrey Voznesensky