Despêka wêjeya Rûsî ya sedsala 19an: Niqaşên li ser raman û zimanê

Di destpêka sedsala 19an de li Rûsyayê du mijarên sereke dihatin nîqaşkirin: Rojavayîparêzî (westernîzm) û slavyanîzm. Rojavayîparêz digotin ku welatên rojavayî di qadên aborî, zanistî û perwerdehiyê de gelek pêş ketine û divê Rûsya jî Rojavayê mînak bigire ji bo ku pêş bikeve. Lê fikra rojavayîparêziyê hê di dema Pyotr I. (Pyotr Yekemîn/Pyotr Alekseyeviç, 1672-1725) de dest pê kiribû. Pyotr I. hem yekem çarê Împaratoriya Rûsî ye hem jî bi avakirina bajarê Petersburgê tê zanîn.

Di sala 1703an de wî bajarê St. Petersburg ava kir û ew kire paytexta nû ya Rûsyayê. Mîmariya vî bajarî nû avakirî bi giştî xwedî stîla rojavayî bû. Ev jî nîşana herî mezin a helwesta westernîzasyona Pyotr I. bû. Û her wiha wî gelek reform pêk anîn ku bi rêya wan Rûsya modernîze kir û ew kire hêzeke mezin a Ewropayê.

Piştî reformên Pyotr I. Rûsya di nav welatên Rojavayê de herî zêde ketibû bin bandora çanda fransî. Heta di dibistanan de zimanê sereke yê perwerdeyê jî fransî bû û arîstokrat û kesên dewlemend jî ji bo zarokên xwe mamosteyên Fransî (Fransiz) digirtin. Dîsan zimanê dîplomasiyê jî fransî bû. Zanîna zimanê fransî nîşaneya statûya bilind bû.

Ev bandor di wêjeya klasîk de eşkere tê dîtin. Gelek nivîskarên Rûs bi fransî dipeyivîn û dinivîsîn. Mînak, hin beşên “Şer û Aştî (Voyna î Mîr)” ya L. Tolstoy bi fransî ne. An jî di gelek romanên klasîk de leheng carna bi fransî dipeyivin. Bi taybetî di berheman de arîstokrat û memûrên payebilind bi fransî dipeyivîn û ev yek wekî rexneya nivîskaran derdikeve pêş. Yanî nivîskar piranî eşkere dikin ku ji vê rewşê nerazî ne.

Nûnerê herî navdar ê rojavayîparêziyê Vissarion Belinskiy, nivîskar û rexnegirê wêjeyê bû û di dema xwe de jî gelek navdar bû. Berhemên û nivîsên ku di kovaran de diweşiyan rexne dikir û nivîskaran qîmeteke bilind didan rexneyên wî. Wî girîngiyeke bilind dida bandora wêjeyê ya li ser civakê. Westernîstek din ê navdar jî Pyotr Chaadayev bû lê fikirên Chaadayev ji yên Belinskiy tûjtir bûn. Chaadayev digot heta niha tu feydeya Rûsyayê negihîştiye cîhanê an mirovahiyê. Wî ji hedê zêdetir girîngî dida Rojavayê. Rexneyên wî derheqê civaka Rûsî de rastî bertekên mezin hatin, heta navê wî derket “mirovê dîn”. Dîsa jî fikir û ramanên wî li ser rewşenbîran gelek bandor kir û di pêvajoya modernîzasyona Rûsyayê de rolek girîng lîst.

Rexneyên Chaadayev ji alîyê paşdemayina aborî, çandî, sosyolojîk re helbet di cî de bû. Lê gotina wî ya ku “tu têkarîya gelê Rûs an Rûsyayê ji bo cîhanê û mirovahîyê nebûye” ne di cî de bû. Slavyanîst bi tundî mixalîfetî vî fikrê dikir. Bi rastî rewşa civaka Rûsî ne baş bû, ji her awayî paşda mabû lê dîsa jî çandeke xurt anîbû meydanê. Çanda devkî, çîrok û sitranên gelerî gelek xurt bû, ku nivîskarên westernîst jî bi têra xwe ji vê çandê sûd girtibûn û di berhemên xwe de jî hewandibûn û nexşandibûn.

Wekî mînak çîrokên di berhema Gogol a yekem “Êvarên li Gundekî Nêzî Dîkankayê” de bingehê çîrokên gelerî ya herema Dîkankayê bû ku Gogol bixwe ji wê heremê bû. Gogol vê berhemê bi alikariya dê û xuşka xwe nivîsî. Dêya wî jê re ji Ukraynayê (Malo Rus – Rûsîya biçûk) di nameyên xwe de çîrokan dinivîsî, Gogol li Petersburgê berhema xwe li gorî van çîrokan afirandin. Her wiha bandora çanda devkî, çîrok û efsane rihê hemî berhemên Gogol in. Atmosfera berhemên Gogol a mîstîk jî ji vir tê.

Slavyanîzm

Slavyanîst an slavofîl jî li dijî westernîzasyonê bûn û li ser taybetmendiyên çanda Slav û Ortodoksiyê disekinîn. Ew digotin ku pêşketin bi şopandina Rojavayê nabe, divê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Piraniya wan piştgiriya monarşiyê dikirin, lê li dijî bûrokrasiya hişk bûn. Dibe ku bêjin ew kevneparêz an muhafazakar bûn û li dijî reforman bûn, reformên Pyotr I. jî tê de. Li gorî wan, reformên Pyotr yê Mezin zirar dabûn ruhê Rûsî yê esil. Gelek nivîskarên mezin ên Rûsî, wek Dostoevskiy, ji ramanên wan bandor wergirtin.

Di berhema Griboyedov “Êşa Ji Hişê” (Gore Ot Uma) de lehengê sereke Chatskiy rexneyên giran ji bo arîstokratên ku bi fransî diaxivin û çanda Rûsî kêm dibînin dike, heta bi wan re henekên xwe dike.

Slavyanîst û westernîst her çiqas li dijî hev şerê fikrî dikirin jî, ev şer û niqaş encamên erênî anîn meydanê û bûn sedem ku gelek berhemên girîng ên felsefî û edebî bên afirandin.

Piştî reformên sala 1861ê, ku bi van reforman serftî yanî xulamtî hate qedexekirin, ev tevger lawaz bû, lê belê, bandora wê li ser fikra Rûsî nexurt be jî di wêjeyê de domiya. Têgeheke girîng a derbarê van herdu tevgeran de hêjayê gotinê ye: navenda reformîst û westernîstan bajarê Petersburg bû, ya slavyanîstan jî Moskova bû. Piranî westernîst li Petersburgê kom bûbûn, kovar û weşanên xwe jî li wir dimeşandin, lê slavyanîst li Moskovayê kom bûbûn.

Sedema vê yekê ew bû ku herdu bajar xwedî wate û sembolên cuda bûn. Ji ber ku Petersburg ji alîyê Pyotr yê Yekem ê reformîst ve bi stîla Ewrûpayî hatibû avakirin, sembola fikrên Ewrûpayî bû, lê Moskova hem paytexta berê, hem bajarek kevn bû û bi her awayî sembola ruhê Rûsî bû. Gotineke rûsan derbarê vê meselê de heye. Dibêjin: ‘Petersburg mejî me ye, Moskova dilê me ye’. Belê Moskova dilê Rûsî ye lê ku mijar wêje be, ciyê Petersburg gelek taybet û girîng e bi taybetî di wêjeya klasîk de. Petersburg bi tena serê xwe dibe mijara nivîseke (an berhemeke) serbixwe, ji ber ku ne tenê ji bo wêjeyê lê bi giştî di çand û dîroka Rûsî de xwedî ciyekî taybet e.

Romantîzm di Wêjeyê de

Rêbaza romantîzmê di dawiya sedsala 18an û di destpêka sedsala 19an de, piştî Şoreşa Fransi li Rûsyayê destpê dike. Romantîzm her çiqas ji Rojavayê hatibe wergirtin jî, li Rûsyayê li gorî şert û mercên welat pêk hat û xwedî taybetmendiyên cuda ye. Romantîzma Rûsî bi giranî girêdayî sentîmentalîzm û klasîzma sedsala 18an e.

Di romantîzma Rojavayê de azadî, xweza, hestiyarî û takekesî wekî mijarên sereke bêhtir derdikevin pêş. Li Rûsyayê tevî van mijaran, têgeha ‘ruhê neteweyî’ û pirsgirêkên civakî jî girîng bûn. Romantîzma Rojavayî bi gelemperî dijberê klasîzmê bû, helwesteke dijber li hember klasîzmê nîşan dida. Romantîkên Rojavayê fikir û ramanên klasîk ên hunerê wek teng, sînordar û nexwezayî didîtin. Klasîzm giraniyê dide ser aqil û pergalê, lê romantîzm girîngî da hest, xeyal û îlhamê.

Helwesta romantîkên Rûsî li hember klasîzmê ne ewqas tund û yekdeng bû wek ya Rojavayê, heta bandora klasîzmê bi hin awayan domiya. Nivîskaran pir caran hin elementên klasîk û romantîk tevlihev dikirin. Mînak, Pushkin di hin berhemên xwe de formên klasîk bi kar anî, berhema wî ya bi nav û deng ‘Yevgeniy Onegin’ bi forma xwe klasîk yanî helbest e lê bi naverokekî romantîk e.

Berhemên Gogol jî bi awayekî xurt di bin bandora klasîzmê de ne. Berhema wî ya yekem ‘Êvarên Li Gundekî Nêzî Dîkankayê’ li ser bingeha çîrokên gelêrî hatiye nivîsîn. Her wiha dibe ku bêjin di hemî berhemên wî de mirov dikare şopa çanda gelêrî bibîne. Di berhemên wî de em gelekî car rastî çîrok, stran û bêjeyên gelêrî tên. Ev yek qasî Gogol nebe jî di nivîskarên din ên klasîk de jî wisa ye.

Ji Rojavayê ber bi Rûsî û Rûsyayê – Werger

Meseleya derbasbûna fikir û ramanên ku li Rojavayê derketine meydanê û li cîhanê belav bûne, çawa derbasî Rûsyayê bûne û bandoreke wiha berfireh li wir kir… hêjayê ravekirinê ye. Ev mijar bi dan û standinên navbera welatan, şer û têkiliyên dîplomatîk ve girêdayî ye û ji xwe ev yek ne taybetî Rûsyayê ye lê deverên din jî ji têkiliya navbera welat an neteweyan gelek zêde hevdişibin.

Di destpêka sedsala 19an de Napolyonê Fransi êrîşî Rûsyayê kir da ku dagir bike. Ev şerê ku di salên 1812 – 1814an de pêk hatiye bû sedema guherînên gelek girîng li Rûsyayê û her wiha li Ewropayê jî. Di vî şerî de Rûsya bi ser ketibû lê ev serkeftin bi hêsanî pêk nehatibû. Di şer de gelek welatî canê xwe dan. Şerê Borodino ku şerekî vî şerî bû di bîra Rûsan de hê jî bi xemgînî disekine û ev şer bûye mijara gelek berhemên wê demê jî ku yek ji wan helbesta Lermontov a ‘Borodino’ ye û ji xwe ne hewceye ku bibêjim mijara berhema Tolstoy ya qerese ‘Şer û Aştî (Voyna î Mîr)…

Nûnerên Ewilîn ya Romantîzma Rûsî

Wek nûnerên ewilîn ên romantîzma Rûsî, Vasiliy Zhukovskiy, Konstantin Batyushkov, Evgeniy Baratynskiy, Aleksandr Pushkin, Nikolay Gogol û hwd. tên zanîn.

Zhukovskiy (1783-1852) di pêşiya ên din tê. Xebat û berhemên Zhukovskiy ên pêşî, mîna nivîskarên din ên serdema xwe, sentîmental bûn. Berhemên wî yên ewilîn, baladên mîna ‘Vadim Novgorodskiy (Vadîmê ji Novgorodê)’, ‘Svetlana’ û çendên din, sentîmentalîst bûn. Zhukovskiy bi rastî jî zimanzan û wergêrekî jêhatî bû. Bi qasê tê zanîn wî fransî, almanî, îngilîzî, yevnanîya kevn, latînî û hindek îtalî dizanî. Ew bi saya van zimanên ku dizanî, karî gelek berhemên girîng ên wêjeya  cîhanê wergerîne rûsî û bi vî awayî bandoreke mezin li ser pêşketina wêjeya  Rûsî bike.

Wergerên wî bi giranî ji almanî nin lê gelek berhemên ji îngilîzî, ji klasîkên yevnanî û latînî jî hene. Berhema romantîk ya pêşî jî ya di wêjeya Rûsî de wergera wî ya bi navê “Ludmila” tê qebûlkirin ku ev berhem baladekî ji almanî hatiye wergerandin. Her çiqas ew wek pêşengê Romantîzma Rûsî be jî û berhemên li gorî rêbaza romantîzmê binivîse jî ji klasîzmê bi giştî dûr nakeve, bermayiyên sentîmentalîst di nivîsên wî de didome. Berhemên wî ji bo wergerê ji Rojavayê hilbijartine bi piranî hêmanên fantastîk jî di xwe de dihewînin. Hemû berhemên wî wek helbest hatine nivîsandin. Baladên wî ku bingehên wan dîsa berhemên Rojavayî nin gelek girîngin.

Nûnêrekî din a ewilîn Batyushkov e ku bi taybetî bi helbestên xwe yên elegîk (mersîye) tê zanîn. Di helbestên wî de bandora wêjeya yevnanîya kevn xuyaye û tema jî piranî wek, xweza, evîn, jiyan, mirin hatine nexşandin. Berhema wî yên ku bêhtir tê zanîn helbesta bi navê “Siya Min” e. Wî li ser nivîskarên mîna Pushkin û yên din gelek bandor kir û ji ber nexweşîya xwe yên hişî salên xwe yên dawî veqetandî (înzîvayê de) derbas kir, lê dîsa jî şopeke girîng hişt ji bo nivîskarên li pêş xwe.

Bi Pêyî Romantîzmê – Realîzm

Rêbaza realîzmê jî dest pê dike lê çawa ku li gel romantîzmê klasîzm didomiya her wiha li gel realîzmê romantîzm jî di wêjeya Rûsî de hebûna xwe parast. Nivîskarên Rûsî ên sedsala 19an hewl didane ku jiyanê bi awayekî objektîf nîşan bidin û rastiya derûnî ya karakteran veguhezînin. Lewma lehengên berhemên wan bûn mirovên asayî, ne kesayetiyên navdar ên ku di wêjeya romantîzmê de dihatin dîtin.

Berhemên dawî yên Aleksandr Pushkin wek mînakên realîzmê tên hesibandin: çîrokên wî yên wek ‘Keça Kapîtan’, ‘Dubrovskiy’, û ‘Çîrokên Belkin’ – herwiha berhemên Dostoevskiy, Tolstoy, Turgenev û nivîskarên din jî di vê kategoriyê de ne.

Piştî van nûnerên ku wek ewilîn tên hesibandin, serdema nivîskarên ku li hemû cîhanê bi nav û deng in dest pê dike. Bi gelemperî tê qebûlkirin ku serdema zêrîn a wêjeya Rûsî bi Pushkin destpê dike. Helbet nivîskarên ku heta niha behs kirî û yên nebehs kirî bingehekî xurt danîn. Lê gava ku Pushkin havêt gaveke wisa mezin bû ku wî ji hemû yên pêşiya xwe veqetand û danî xalekî sereke û serbixwe. Û bi wî re êdî salên bi rastî jî zêrîn hatin. Pushkin, Gogol, Lermontov, Dostoevskiy, Tolstoy…. Ev nivîskarên sereke bibin mijarên nivîsên serbixwe. Lewma her yekê beşek e di okyanûsê de…

Nîşe: “Êşa ji Aqil” (bi rûsî: ‘Gore ot Uma’, 1825) komedyayeke Aleksandr Sergeyeviç Griboyedov e. Ev berhem elementên klasîzmê û yên romantîzm û realîzmê, ku ji bo destpêka sedsala 19an nû bûn, di nav xwe de dihewîne. Ew civaka bilind a serdema serftiyê rexne dike û jiyana navbera salên 1813-1824an nîşan dide.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir