Çîroka Kalikê Cemed (Tolstoy)
Hebû carek ji carawen, rehme lê dê û bavê guhdaran. Kalek hebû û bi jina xwe re dijî. Keça kalikê hebû û jina wî jî keçekê xwe hebû. Herkes dizane ku jiyana bi dêmariyê re zehmet e. Tu bizivirî vî alî jî lêdan dixwî, bizivirî wê alî lêdan dixwî. Keça xwe ya helal çi dike bila bikê serê wê tê mizdan: keça biaqil dibêjin. Keça kalikê hin ji şeveqê ve radibû av û êm didan heywanan, bi mesinan av dikişan, tivikê hildikir, malê baqij dikir. Lê jinika pîr bi tu awayî razî nebû. Çi bikira her dem şaş bû, her dem xirab bû.
Ba û baelûsk radibin û disa aş dibin lê dêmariya pîr aş nedibû. Û dêmarî ji bo ku ji keçikê xelas be planek çêkir.
Ji mêrê xwe yî pîr re gotiye: “Dibê ku bibe bila çavê min wê nebîne! Wê bibe daristanê berde ber sermê, nav cemedê.”
Kalikê reben girî, hêstir barandin lê çi bike, bi dêmariya pîr re nedikarî serî derxîne. Hespan li erebê girê dike û ji keçika reben re dibêje: — Siwar be keça min a delal.
Kalikî keçika bêkes siwarê ereba ku hespan dikişand kir û ew bire daristanê. Keçik avêt nav befrê, bin dara biyê û vegerî malê.
Keçik rûnişte bin darê, ji serma diricivî. Ji nişka ve dengek bihîst: Kalikê Cemed li serê darê qirçe qirç dikir, deng derdixist, ji darekê xwe daivêta darekê din. Paşê xwe avête ser dara ku keçik di binî de rûniştî bû, û ji jor de axivî: — Li te germ e, keçika delal? — Germ e Kalikê Cemed, germ e.
Kalikê Cemed hinek jî ji serê darê bi xwarê ve hat, qirçe qirç kir û ji nêzik ve dîsa pirsî: — Li te germ e keça min, li germ e delala min?
Keçikê bi zorê nefes hildida û dîsa jî got: — Germ e kalikê delal, germ e kalikê min î Cemed.
Kalikê Cemed qirçînî kir, hinek jî hinekî xwarêtir bû û dîsa pirsî: — Li te germ e keça delal? Li te germ e keçika min? Li te germ e şirîna min?
Keçik ji serma qefilî bû, ziman di dev de zor digeriya. — Axx, zehf germ e kalikê min î Cemed.
Gunehê Kalikê Cemed bi keçikê hat, ew bi kurkê û bi lihêfê hirî pêçand û gir bike. Lê dêmariya keçikê di wê demê de dizanî ku keçik ji serma miriye û qaşo şîn digirt. Hem nan dipet, ji aliyek jî ji mêrikê re got: — Ehmeqo ka here êdî keça xwe veşêre erdê.
Kalik vegeriya daristanê, gihişte ciyê ku keçik lê hêştibû. Dît ku keçik di nav kûrkên hirî de rûniştiye, rûyê keçikê ji germê sor û mor bûye, serda pêda di nav zêr û zîvan de ye û li derdorê wê tijî diyariyên biha hene.
Kalik gelek kêfxweş bûye, ew diyariyên biha û keçikê siwarê erebê kiriye û berê xwe daye malê. Li malê pîrik nan dipet û kûçik ji binê masê de diewtiya, digot: — Haw, haw! Keça kalikê di nav zêr û zîvan de vedigere malê, lê keça pîrikê kesekî nastine.
Pîrikê qetek nan avêt ber kûçikê û got: — Tu şaş diewtî, dibêjî. Wiha bêje: “Keça dêmarî mêr dike, lê keça kalikê hesiyên wê tê malê…”
Kûçikê qeta nanê xwar û dîsa got: — Haw, haw! Keça kalikê di nav zêr û zîvan de vedigere malê, lê keça pîrikê kesekî nastine. Pîrikê qeta nanê avêt ber kûçikê û lê xist, lê kûçikê gotona xwe her dubare kir…
Ji nişkeve derî qirçî kir û vebû, keçik ji derv ve ket hundur. Serda pêda di nav zêr û zîvê de dibiriqî. Li pêy xwe sandûqek giran dikişand. Pîrik di ciyê xwe de sekinî ma û herdû milên xwe vekir…
— De hadi mêrik, hespan girê bide erebê, keça min jî bere danîne daristanê, ciyê ku te keça xwe danî û vegere.
Kalikê keçika jinikê danî ser erebê û bire daristanê danî ciyê ku keça xwe biribû, û vegeriya çû malê.
Keça pîrikê li binê dara biyê rûnişt, ji serma diranê wê li hev diket. Wê demê Kalikê Cemed di daristanê de digeriya, bi qirçînî dikir xwe ji darek diavêt darek din. Çavê wî bi keçika li bin darê rûniştî ket û got: — Li te germ e keça delal?
Lê wê jê re got: — Oy, Kalikê Cemed, zehf sar e, wisa qirçînî neke…
Kalikê Cemed dîsa pirsî: — Li te germ e keça delal? Li te germ e keça şirîn? — Oy, destê min, lingê min sir birin! Here ji vir Cemedo!
Cemedo êdî zêdetir nêzik nebû lê bêtir qirçe qirç kir: — Li te germ e keça delal? Li te germ e keça şirîn? — Oy, te ez yekser qefilandim, bicehme here ji vir Cemedo!
Cemedo wisa hêrs bû, bû babelûsk û xwe li keçikê dipêçe. Keçik ji serma di ciyê xwe de diqefile. Dema bû sibe, pîrikê gazî mêrê xwe kir û got: — Bi lez hespan amade bike, here keça min jî di nav zêr û zîvan de vegerîne bîne malê…
Kalik çû û kûçik ji binê masê de awi kir: — Haw, haw! Dê xwazginên keça kalikê çêbin lê hestiyên keça dêmarî di cuhalê de vedigere malê.
Pîrikê qetek kilor avête ber kûçikê û got: — Tu şaş dibêjî. Wiha bêje: “Keça pîrikê di nav zêr û zîvan de vedigere…”
Kûçikê dîsa gotina xwe dubare kir: — Haw, haw! Hestiyên keça dêmarî di cuhalê de vedigere malê.
Derî qirçe qirç kir û vebû, pîrik revî da ku keça xwe pêşwazî bike. Hesîrê rakir û dît ku keça wê mirî li ser taxwîkê razandibû. Qêrîn û hawar kir lê êdî dereng bû…