Hinek ji kevir çêbûne, hinek ji heriyê- Marina Tsvetaeva

Hinek ji kevir çêbûne, hinek ji heriyê

Marina Tsvetaeva (1892 – 1941)

Hinek ji kevir çêbûne, hinek ji heriyê
Lê ez dibim zîv, diçirûsim.
Karê min xiyanet e, navê min Marina
Ez kefa fanî ya behrê me.

Hinek ji heriyê çêbûne, hinek ji goşt;
Ji bo wan tabût û kêla qebrê heye…
Ez, di dilopên ava behrê de hatime helalkirin
Û dipalim, bê rawestan hûr dibim!

Di her dilî re, di her torê re
Dê derbas bibe sernetewana min.
Tu min dibînî… vî porê gij?
Nikarî ji axê xwê çêbikî.

Li ber çokên we yên granît hûrhûrî bibim jî
Bi her pêlê re – ji nû ve vedijim!
Erê, kef sax dike – kefa geş
Kefa bilind a deryayê!

Wergera ji rûsî: Aysel Tabak

Nişe: Ev helbest di kovara LEWergerê de hatiye weşandin.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir