Pîrebok
Hebû tinebû, mêrekî hebû ku bi jin û keçek xwe re dijî. Jina mêrikê nexweş ket û çû mir. Mêrik hema çawa ku jinikê da qebrê bi jinek din re zewicî.
Jinik yekê nebaş bû û ji keçikê hez nedikir; lê dida, dijûnan dikir û hema difikirî ka çawa jê xelas bî.

Û rojek bav ji malê çû, dêmarî gote keçikê: — Here bal xwişka min, jê ta û derzî bixwaze. Ez ê ji te re fistan bidirûm.
Lê ev xalet — xwişka dêmarî pîrebok û ling hestî bû. Keçikê ji tirsa daxwaza dêmarî qebûl kir lê ewil çû cem xaleta xwe ya helal.
— Merheba, xaleto! — Merheba delalîkê! Tu ji bo çi hatî? — Dêmariya min min şand cem xwişka xwe, ji bo ta û derzî bînim. Ew dê ji min re fistan bidirû.
— Başe, xwarziyê delal ku tu ewil hatî cem min, — got xaletê. Vaye ji te re benik, rûn, nan û qetek goşt. Heke darê berû li çavê te bikeve bi vê benikê wê girê bide. Dê derî qirçînî bike û bixwaze te rawetîne, vê rûnê li binê derî bide da ku qirçînî neke. Dê se biewtin te, wê demê nanê bavêje ber wan. Dê pişîk pencik bavêjin te, tu yê vê qeta goştê bidî wê.
Keçikê sipasiya xaleta xwe kir û derket çû.
Keçik çû û çû gihişte daristanê. Li daristanê di navbera çeperan de malek biçûk hebû, lingên mirîşkan û qiloçên beranan li ser daliqandî bûn, û di malikê de pîreboka ling hestî runiştibû û hirî dirêsiya.
— Merheba, xaleto! Got keçikê. — Merheba xwarziyê! Got pîrebokê. Tu çi dixwazî? — Dêmariya min min şand, ji te ta û derzî dixwaze; dê ji min re fistan bidirû.
— Başe, xwarziyê, ez ê ta û derzî bidim te, lê tu ewil rûne hinek bixwebite ka!
Vaye keçik rûnişt ber pencerê dest bi rêsandinê kir.
Û pîrebok ji malikê derket û ji xebatkara xwe ya biçûk re got: — Ez diçim jixwe re hinek radizim, tu jî here serşkê paqij bike, serê xwarziyê min bişû. Lê binêr, baş bişû: Ez ê gava şiyar bim wê bixwim!
Keçikê van gotinan ku se kir, rûnişt çawa ku ne zindî ne jî mirî bû. Wexta ku pîrebok çû, ji keçikê re got: — Keça min! Binêr, darê di sobê de zêde neşewtîne, avê li ser bike û avê jî bi bejingê bikişîne. Û destmalek dayê.
Keçika xebatkar banyoyê paqij kir, û pîrebok şiyar bû hat ber pencerê dipirsê: — Tu dirêsî xwarziyê min, tu dirêsî delalîkê? — Dirêsim, xaleto, dirêsim!
Pîrebok dîsa çû û raza û keçikê qetek goşt da pişîkê û pirsî: — Birayê pişîk, bêje min ka çawa ji vir birevim?
Pişîkê got: — Wa li ser masê hewlî û şe heye, wana hilde û bireve, naxwe dê pîrebok te bixwe. Dê pîrebok li pêy te bazde, guhê xwe bide erdê. Ku te dît nêzik bû şeyê bavêje erdê. Dê daristanek gûr û tarî peyda bî. Hinga ew ji daristanê derbas be tu yê zû de dûr bikevî. Heke dîsa bikeve pêy te, vê carê hewliyê bavêje erdê, çemek fireh û kûr peyda bî.
— Sipas ji te re birayê pişîk! Got keçikê.
Keçikê sipasiya pişîkê kir û hewlî û şeyê hilda û revî.
Wexta derî vekir qirçe qirç bi derî ket. Keçikê hinek rûn li binê derê da. Derî ji keçikê re vebû. Darên berû hejiya û li hindik mabû biketa çavê keçikê. Keçikê bi bendikê çiqilên darê girê da û darê jî rê da keçikê. Keçik revî û revî heta ku qeweta wê hebû. Revî û qet li paşiya xwe nenêrî.
Û wê çaxê pişîk rûnişt ber pencerê û hirî rêst. Lê çiqas dirêst ew qas tevlêhev kir.
Pîrebok şiyar bû û pirsî: — Tu dirêsî xwarzî, dirêsî delalîkê?
Pişîkê bersîv da: — Dirêsim, dirêsim xaleto!
Gava pîrebok ket odê dît ku keçik tune, lê pişîk runiştiye û hirî dirêse.
Pîrebok li pişîkê da dicûnan kir: — Ax tu pişîka cambaz! Ax xaîn! Te çima hişt keçik bireve? Te çima pencik neavêt çavên wê? Te çima rûyê wê neçirî?
Pişîkê jî got: — Ev çend sale ez bo te dixebitim, xizmeta te dikim, te heta niha parçekî hestî jî nedaye min, lê keçikê goşt da min!
Pîrebok baz da ji malikê derket, çû bal seyê û got: — Te çima keçikê gez nekir?
Kûçikan gotin wê: — Eva demek dirêj e em xizmeta te dikin, te heta niha qetek kût jî nedaye me, lê wê nan da me.
Deriyan jî gotin: — Ev çend sal in em bo te xizmet dikin, te dilopek av jî nexist ber me, lê wê rûn li binê me da.
Pîrebok baz da bal dara berû: — Çima te sitriyên xwe nexist çavê keçikê?
Dara berû bersîv da: — Min ewqas sal xizmeta te kir, te carek ta jî li çiqilê min girê neda, lê wê bendikê li çiqilê min girê da.
Pîrebok çû bal xebatkara xwe: — Te çi kir jinika dînik, çima te min şiyar nekir? Te çima keçikê berda?..
Xebatkarê got: — Ev çend sal e ez bo te dixebitim, tu car xeberek xweş min ji te se nekiriye. Lê wê destmalek diyariyê min kir û bi min re bi zimanek şirîn axivî!
Qêrîn û qirçîn bi pîrebokê ket, paşê rûnişt ser hawanê û kete pêy keçikê.
Keçik jî direviya, direviya, disekinî guh dida erdê: erd dihejiya, dilerizî — Pîrebok li pêy wê bû, gelekî nêzik bibû.
Keçikê şeyê ji tûrika xwe derxist, li ser milê rastê avêt. Ew gav li pêy wê daristanek gûr û tarî peyda bû. Kokên daran sê bihust di bin erdê de û serê daran digihişte ewran.
Pîrebok gihişte, bi diranê xwe daran dibirî, rê vedikir û li pêy keçikê diçû. Keçik jî direvî.
De diyar demek dirêj bû an kurt bû derbaz bû, keçikê dîsa guhê da erdê û sekir: erd dihejiya, dilerizî. Pîrebok nêziktir bibû.
Keçikê hewliyê girt û ji ser milê rastê avêt. Ji nişkave çemek dirêj û kûr peyda bû, av herikî û li doralî belav bû.
Pîrebok li ber çem xwe avêt vî alî wî alî lê nekarî ji ser çemê derbas bî. Ji hêrsa diranê xwe şidand.
Vegeriya malê, gayên xwe dan ber û ajotin çemê: — Vexwin heywanên min vexwin, avê çemê zuwa bikin.
Ga avê vedixwarin lê av dilopek jî kêm nedibû.
Pîrebok hêr bû, xwe kûsê ser çem kir û bixwe avê vexwar, vexwar, vexwar, vexwar. Ew qas vexwar ku teqiya.
Û keçik jî hê direviya û direviya.
Bavê wê êvarê vegeriya malê û ji nikê pirsî: — Keça min li ku ye?
Dêmariyê got: — Ew çûye bal xalet, da ku ta û derzî bixwaze, lê çibûye nizanim, bi derengî ket.
Bav mereqa keçikê kir û hewl da ku biçe li keça xwe bigere lê keçik tam wê demê bi revê kete malê. Bêhn li çikiyabû, bi zehmetî nefes hildida.
Bav pirsî: — Keça min tu li ku bûyî?
— Ax bavocan, dêmariyê min şande bal xwişka xwe, lê xwişka wê pîrebokek ling hestî bû. Wê xwest ku min bixwe. Ez bi zehmetî ji destê wê filitîm.
Bav çawa ku van gotinan sekir hêrs bû, jinika bê rihim bi sivnika qirêj ji malê xiste der. Bav û keç herdû bi hevre bi aramî jiyanek xweş derbas kirin.
Û çîroka jî li vir qediya.