Maşa û Hirço (qewil-werger)

Hebû tune bû, dapîrek û bapîrek hebû. Neviyek wan hebû, navê wê Maşa bû. Rojekê hevalên Maşa qirar dan ku biçin daristanê fêkî bicivînin, hatin gazî Maşayê jî kirin.

-Dapîro, bapîro, – got Maşa, bihêlin ez jî bi hevalên xwe re herim daristanê.

Dapîr û bapîr bersiv dan:

-Here lê hay ji xwe hebe û ji hevalên xwe veneqete, naxwe tu yê dê winda bibî.

Keçik bi hev re gihîştin daristanê û destpêkirine fêkî û kiwark cevandine. Maşa jî ji darekî ber bi darekî, ji deviyekê ber bi deviyekê dibêjî û wa ye ji hevalên xwe dûr dikeve.

Maşa gazî û qîrîn kiriye ku dengê xwe bigihîne hevalên xwe. Lê keçikan wê nebihîstin, deng nedanê.

Maşa li daristanê de meşiya meşiya çû û rêya xwe winda kir. Çû cihên her kûr û tarî di daristanê de. Rastî kulîbekê hat. Maşa li derî da lê kesî bersiv neda. Derî hinekî def da û hêdîka vekir.

Maşa derbasî kulîbê bû, li ber pencerê, li ser sekoyê rûnişt.

Rûnişt û difikirî:

“Gelo li vir kê dijî? Çima kes xuya nake?…” Lê di rastî de di vê kulîbeyê de hirçek mezin dijiya. Lê niha ew li malê nebû; çûbû daristanê. Êvar bû hirç vegeriya malê, dît ku Maşa li malê ye û gelek şa bû.

-Aha, -got hirç. – Ez ê te êdî bernedim tû derekê! Tu yê dê bi min re bijî. Dê tivikê hilkî, xwarinê çêbikî, û zikê min têr bikî.

Maşa berxwe ket, girî û gazin kir lê tiştek neçare, tiştek ji destê wê nedihat. Neçar ma bi hirçê re li mala wî bijî.

Hirç ji sibê heta êvarê diçû daristanê, û tembîhê Maşa dikir ku ji malê dernekeve û bi tû ciyê de neçe.

Digot: Ger biçî, ez ê bigihêjim te û te bixwim!

Maşa difikirî da ku çawa bikare xwe ji destê hirçê xelas bike, çawa ji mala wî bireve. Derdor daristan e, nedizaniya bi ku ve biçe, kes jî tune ku rê bipirse…

Maşa fikirî, fikirî û tiştek hat bîra wê.

Carekê gava hirç ji daristanê vegeriya malê, Maşa jê re got:

– Hirço, hirço bihêle ez carekê biçim gundê xwe: Ez ê ji dapîr û bapîrê xwe re diyariyan bibim.

– Na, got hirç, – Tu di daristanê de winda dibî. Ka diyariyan ez bixwe ji wan re bibim.

Maşa jî tam vê yekê dixwest.

Maşa nan û kutilk pêt, selikek mezin amade kir û ji hirçê re got:

-Li min binêre: Ez ê selikê tijî kutilk bikim wana bibeyî ji bo dapîr û bapîro. Lê ji bîr neke: Bi rê de devê selikê venekî, li kutilkan nenihêrî. Ez ê rabim serê darekî bilind, li te mêze bikim.

–  Baş e, dibêje hirç, -Ka selikê bide min.

Maşa dibêje:

-Ka here serê banê binêre, şilî tê an na.

Hirç diçe radibe serê banê, Maşa di wê navberê de xwe dixe nav selikê, qapaxê datîne ser xwe.

Gava hirç vedigere, dibîne ku selik amade ye. Selikê diavêje ser milê xwe, ber bi gund ve derdikeve rê.

Hirç di navbera darên çaman de dibore, darên bejû li paş xwe dihêle, caran ji avê derbas dibe, caran di ser giran re diçe. Diçe-diçe, disekine û dibêje:

-Ez rûnime ser qoçikê hinek bêhna xwe bidim û kutilkan bixwim!

Maşa ji selikê deng dike:

-Ez dibînim dibînim! Nebî tu rûnî ser qoçikê, nexwî kutilkan! Ji dapîr re bibe, ji bapîr re bibe!

-Wey, çi çav li ser keçikê hene. Her tiştê jî dibîne! Hirç dibêje û selikê hildide rê ve diçe.

Çû-çû, çû-çû, sekini, rûnişt û got:

-Ez rûnime ser qoçikê hinek bêhna xwe bidim û kutilkan bixwim!

Maşa dîsa deng kiriye:

-Ez dibînim, dibînim! Rûnene ser qoçikê, kutilkan nexwe! Bibere ji dapîr re, ji bapîr re.

Hirç şaş bû û got:

-Wey çi çav vekirî ye! Li jor rûdine û dûr ve dinêre!

Rabû bi lez ket rê.

Gihîşt gund, mala ku dapîr û bapîrê Maşa dijî dît. Bi hemû hêza xwe li derî dide.

-Tak-tak-tak! Derî vekin! Min ji dûr ve diyarî anî, ku Maşa şandiye.

Lê kûçikan bêhna hirçê hildan û kirin ewte ewt, xwe avêtin ser hirçê. Ji her aliyê kûçik li dora hirçê hatin û kirin ewte-ewt.

Hirç ji tirsê hema selikê danî ber derî. Berê ber revî, li paşiya xwe jî nenihêrî.

Dapîr û bapîr ji malê derketin hatin ber deriyê hewşê. Dibînin ku selikek li ber derî sekiniye.

-Çi heye di selikê de? Got dapîr.

Bapîr qapaxê ji ser selikê hildide ka çi bibîne! Ji çavê xwe bawer nake: Di selikê de Maşa rûdine, dijî, û sihetê wê li cî ye.

Dapîr û bapîr gelek şa bûn. Maşayê hêmbêz kirin, maç kirin. Gotin ev keç çi biaqil e. Bi hev re çûn malê û çîroka me jî li vir qediya.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir