Mêrxasî, qehremanî, navdengî…- Aleksandr Blok

Mêrxasî, qehremanî, navdengî

Aleksandr Blok (1880 – 1921)

Mêrxasî, qehremanî, navdeng
ji bîr dikir li vê erda xemgîn min.
Wexta rûyê te di çarçoveyek sadereng
li ser maseyê diçirûsî li ber min.

Lê dem hat û tu çûyî ji malê. Min
gustilka xwe ya efsûnî avête şevê.
Te qedera xwe da destê yekî din
û min ji bîr kir rûyê te bedewê.

Roj difirîn, mîna refên mêşan dizivirin…
şerab û evînê jiyana min wêran kir…
Û li ber maseya nivîsandinê tu diketî bîra min
û mîna ciwantiya xwe, min gazî te dikir…

Min gazî te kir lê tu li paş xwe venegeriya
min hêsir barandin lê te bala xwe nedayê.
Te bi xemgînî paltoyê şîn li xwe pêça
û di şeveke şilî de tu çûyî ji malê…

Nizanim tu li ku ji şanaziya xwe re war dibînî
tu rind î, tu narîn î, te dîtiye…
Di xeweke kûr de me, di xewna min de ew paltoyê heşînî
ew şeva şilî ya ku tu tê de çubûye.

Êdî xeyal nakim ne evîn û ne navdeng
ciwantî çû, her tişt borî!
Rûyê te yê di çarçoveya sadereng
min bi destê xwe ji ser maseyê rakirî.

Sal 1908

Wergera ji rûsî: Aysel Tabak

Nişe: Ev helbest di kovara LEWergerê de hatiye weşandin.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir