Hirç – Anton Chekhov (Werger)

 HİRÇ

(lîstika yek perde)

Kesên Lîstikê

Elena Îvanovna Papova,  jinebîye,  mikedare(rû tirş).

Grîgoriy Stepanovîç Cmîrnov, milkedarek cîwan e.

Luka, xulamê Papova ye, kal e,

Li koşka mala papovan, li oda mêvanan

Papova ( di  şînekî kûr da  ye, çavê wê li ser fotografekê ye bi keserekî kûr lê dinihêre) û Luka

Luka:  Ev baş nine xanima min… Hun bereday xwe diêşînin… Aşvan û xulam çune ji bo fêkîyan, hemu evdê xwêdê kêfxweşin, heta pisîk jî bi zewqa xwe dizane û li hewşê li pê çiwîkan direve. Lê hun mîna kesên ku xwe bi salan dixe manastirê,  her roj di odê da rudinin,  kêfa we ji tu tiştê re nay.  Erê,  raste!  Eva bu salek ku hun qet ji mal derneketine!…

Papova:  Û ezê tucar dernekevim jî… Çima derkevim?  Êdî jiyan ji bo min  qediya.  Ew di  qebrê de  radizê,  min jî xwe di nebena çar dîwarê de girtîye. ..  Em herdu jî mirî ne.

Luka:  Lê binêr!  Ev çi gotinin wiha!  Nikolay Mixaylovîç mir,  ev wiha ye, xwedê warê wî cennet bike. Te şîn girtîye û hê jî digirî. Ev qedirgirtinek hêjaye,  lê ev nayê wê maneyê, ku tu  sedsal bigirî û şîn girêbidî . Di  wextê xwe de jina min jî mir… Çi bû? Min şîn girt, bi mehan girîm û min sed sal kilamên şînê bigota jî kêrê pîrê nedihat. (axîn dike).  Te hemu cînaran ji bîr kirîye. Win bi xwe naçin, û nahêlên kes jî bê.  Em,  bibore, lê mîna kêzikê dijîn; roniya rojê nabînin.  Mişkê uniformayê xwariye…  Dibê qey li dorê me merifên baş nemaye,  lê bi rastî, herem tijî lord e. Li Roblovê alayekê serbaz heye. Li wargeha wan roja pênçşemê şahî heye û her roj bandoya leşkerî konser dide. Ax, xanima min! Tu bedewî, ciwanî, divê tu li kêfa xwe binêrî.  Bedewî heta hetayê nîne. Piştê deh salan tu yê bixwazî xwe nişanê camêran bidî lê wê çağê dibe ku derng bibe.

Papova: (bi  giranî) Ez ji Te hêvî dikim, tu car ji ma derheqa vî yekê de xeber nede. Tu dizanî ku çaxê Nikolay, çaxê Nikolay Mixaylovîç çû rihma xwedê, qîmeta jiyanê  ji bo min nema. Tu dibêy qey ez dijîm, lê ne wisaye, tenê wisa dixwîyê. Min ji xwe re soz daye heta bikevim qebrê, ezê ronya rojê nebînim… Te se kir? Wê rihê wî bibîne ku ez çiqas jê hesdikim. Erê ez dizanim ku haya te heye ew ji bo  min baş nebu, zalim bu… Heta ji ma sadiq nebu jî, lê ez ê sadiq bim, û bideme nişanê wî ku dikarim çawa hesbikim. Wî min li dinya mahinê mîna berê mirina xwe bibîne…

Luka: Heta li vir van gotinan dibêjî,  derkeve li baxçê  bigere, yan jî ez Tobî girêbidim here mala cînaran.

Papova. Ax!…  (digirî)

Luka:  Xanima min!… Dayê!  Çi bu? İsa Pêxember bi te re be?

Papova. Ew çiqas ji Tobî  hesdikir!  Ew hey bi wî diçu bal Korçagin û Bîlasov. Ew çiqas rind sûwar dibu.  Çaxê kapê hespê bi zexim dikişan çi  bedew dixwîya! Tê bîra te? Tobî, Tobî!  Bêje bila iro zehf xamkêsan  bidine  Tobî.

Luka:  Başe xanima min.

Nîşkeva derî lêdide

Papova:  (Vediciniqê ).  Ev kî ye?  Bêje ez naxwazim kesî bibînim!

Luka:  Başe, tu çawa dixwazî(diçe)

Papova.(bitenê ye)

II

Papova: (li fotografê dinihêre). Tu dibîni Nikolas, ez çawa hesdikim û bi rehmetim. Heta ev dilê min ê reben bisekine wê evîna min bi min ra be. (kenegirî dibe)  Tu qet şerim nakî? Ez feqîr, jina sadiq, ezê di  malda xwe kilitkirî bihêlim, heta ku di qebrê de, di bin axa sar de bigihêjim te.  Lê tu… Tu qet şerim nakî? Te min bi jinên din re dixapand, bi heftan nedihatî mal û te  min bi tenê dihîşt,

III

Papova û Luka

Luka: (bi keser dikeve hundir). Xanima min, li devre yekî pirsa te dike. Dixwaze te bibîne…

Papova: Lê te negot, ku ez piştê mirina mêrê xwe  kesî qebul nakim.

Luka:  Min got, lê guh nade min, dibêje gelek karekî ferz e.

Papova:  Ez nax-wa-zim!

Luka. Min jê re got, lê… Neletî ya heram… Nifir dike u li odê… li salonê runiştiye..

Papova: (hêrs dibe). Başe, here bipirse… Çi ehmeqeke!

Luka diçe

Papova: Ev   Çi  merifên ecêbin! Çi ji min dixwazin?  Çima nahêlên ez şîna xwe bi dilê xwe bigirim. Çima têkilê şîna min dibin? (dilê xwe dişewitîne).  Na herî baş ew e ku ez herim bikevim manastirê… ( difikire). Erê, erê, manastirê.

                                                    IV

Papova ,Luka û smîrnov

Simîrnov: (dimeşe, ji luka re). Ehmeq, tu çiqas zehf hesdikî biaxivî… kerê heram!…( Li Papova dinihêre, bi qûretî ). Xanima maqul, bi destûra te ez xwe bi te bidim nasîn: Ez milkedar, tegmen,  topavêj ê karkenar, Grîgoriy Stepanovîç Smîrnov!  Ji bo karekî gelek giring, ez mecbûr mam te nerehet kir…

Papova:  (Destê xwe nade ) – Tu çi dixwazî?

Smîrnov.  Mêrê te nê rehmetî, ku ez gihiştime şerefa nasîna wî, dû senet deynê wî ji ma hebu ku qîmeta wan  1200 rubleye.  Divê siba ez deynê xwe nê faizê li Banka Axê bidim, ji bo vî jî ez hêvî dikim ji te ku tu îro deynê xwe bidî.

Papova: Hezar û dûsid… Ji bo çi mêrê min buye deyndarê te?

Smîrnov:  Wî  ji min xamkêsan sitandibû.

Papova: (dilê xwe dişewitine, ji luka re).  Luka tu ji bîr nekî, bêje bila afirê(yulaf) Tobî  têr bidin.

Luka diçe

(Ji Smirnov re.)  Madem,   Nîkolay Mixaylovîç deyndarê te ye, wê çaxê  bêguman ezê deynê wî hemu bidim; lê li mim bibore, li ba min pereyê hazir tine. Siba ne dusiba kahya min ji bajêr tê, ezê jêre bêjim, çiqas lazime bila bide, lê niha ez nikarim daxwaz a te bînim cî… Serda jî  îro heft mehe temam bu ku mêrê min çûye rihma xwedê û ez di haletek wisan da me ku qet halê min tine ez bi karê peran re mûjîl bibim.

Smîrnov: Û ez jî di halek wisan da me, eger siba ez nekaribim deynê xwe nê faizê bidim, ezê top bavêjim û her tiştê xwe winda bikim.

Papova: Siba ne dûsiba tu yê perê xwe bistînî.

Smîrnov: Ji ma pere dûsiba ne lê  iro lazim e.

Papova: Bibore, îro ez nikarim bidim te.

Smîrnov: Lê ez nikarim heta dûsiba bisekinim.

Papova: Çi ji destê min tê, wextê pere tinebe?

Smîrnov: Yanê , tu nikarî bidî?

Papova: Nikarim..

Sm3ırnov: Hmm!.. ev gotina te nê dawî ye?

Papova: Erê, ya dawî ye.

Smîrnov: Ya dawî?  yeqîn?

Papova: Erê.

Smîrnov: Bi rêz û hurmet spas dikim. Em vî li aliyek binivîsin. (milê xwe dihejîne.) Yek jî dixwaze ez sakîn bim! Bi rê de rastê hissedar hatim û dipirsî: “Ji bo çi tu evqqas bihêrs dibî?”  Bibexşînin, ez çawa hêrs nebim? Ji min re ecele pere lazime…Hê duhê ji şeveqê de ez çum bal hemu deyndaran û yekî ji wan jî deynê xwe neda!  Mîna seyê gevizîm , şeytan dizane ku  min  li ciyek çawa şevê borand: li meyxana Yahudiyek, li rex pîpa(fıçı)  Votkayê… Dawîyê ji mal heta vir 70 km hatime, bi hêviya ku deynê xwe bistînim, lê ji min re “bêkêfî” pêşkeşdikin. Îcar çawa ez bihêrs nebim?

Papova: Bawerdikim ku min bi zimanek zelal got: Bila kahya ji bajêr were, tu yê bistînî.

Smîrnov: Ez nehatime cem kahya,  lê hatime cem te! Neletî- ji ber vî zimanê li min   bibore- ji ma lazim nine.

Papova:Li min  Biborin, Smîrnov Beg.  Ez hînê van axaftinên ecêb nebume , ez nikarim êdî guhdariya te bikim (bilez derdikeve)

V

Smîrnov (tenê)

Smîrnov:  Ji kerema xwe re bêjin!  Hest … “Heft meh ewil mêrê min miriye!”  Ma Ez jî mecbûr nînim deynê xwe nê faîzê bidim?  Ji we dipirsim:  Ma navê ez deynê xwe bidim?  Erê mêrê wê miriye,  kêfa wê li cî nîne û nizam êdî çi mene … Nizam kahya çuye ku, Şeytan wî bibe!  Lê ez çi bikim? Ji ber deynê xwe mina alpoxê bifirim herim,  çi? Yan jî birevim û serê xwe li diwarek  bidim, çi bikim? Diçime mala Gruzdev, li mal nîne, Yaroşevîç xwe veşartiye, me  bi Kurîtsîn re  qirên kir, hindik mabu min wî di baceyê re biavêta.… Ya vê jî kêfa wê li cî nîne. Tu kesî deynê  xwe neda! Sedama van ezim, lewma min zehf rû da wana. Ez gelekî ji wan re baş bum. Lê êdî bes e!  Hûnê min nasbikin! Ez ê nehêlim êdî bi min bilîzin,  neleta Xwedê bê we! Heta ew peran nede ezê li wir bisekim û neçim tû ciyek! Brr!.. Bêna min zehf teng e, îro bêhna min zehv teng e! Ji hêrsan her derê min dilerize  û bêhna min digre. Wey xwedê ,ezê ji xwe herim! (diqîre)  Hey! Kes tine!

 

                                                        VI

Smîrnov û Luka

Luka :(dikeve hûndir), çi buye ?

Smîrrnov: kvasa yan jî  av bide min!

Luka diçe

Smîrnov: Ev çi mantiq e!  Kesekê ku bêçare, pere jê re lazime, lê xanim nikarê bide! Çima? Lewma halê xanimê tine ku bi karê peranre mûjîl be!.. jinê vê zemanê , mantiqa wan! Hema ji bo vî jî min tu car hesnekiriye bi jinan re xeberdim û hesnakim jî.   Runiştina ser kûpa barûtê ji axaftina bi jinanre çêtire. Brr!.. Sermê jî min bir!.. Vê sermayê çermê min terikand. –evî jinikê jî min dîn kir. Стоит мне хотя бы издали увидеть поэтическое создание, как у меня от злости в икрах начинаются судороги. Edî sebra min nemaye.

VII

Smîrnov û Luka.

Luka:( dikeve hûndir û avê didê). Xanima min nexweşe û naxwazê kesî bibîne

Smîrnov: Here!

Luka diçe

“Nexweşe û kesî qebul nake.”  Bila qebul neke, ezê li vir bisekinim heta perê xwe bistînim. Heftekê tu nexweş bî, ezê hefteyek li vir bisekinim… û salek nexweş bî salek ezê bisekim…. Tu nikarê bi mena şîna ser hinarokên xwe min bixapînî… Em wan gamzeyan baş nasdikin! ( Ber bi bacê de qêrinî dike). Semen hespan berde! Em hê demek jî li virin! Ez li vir disekinim! Bêje bila hespê  min têr bikin!  Ji te re dibijim, heywan, yulaf  bixe ber heywanê. ( rikê xwe tîne) Ez ji te re dibêjim ehmeq! (ji ber bacê dûrdikeve) . Ehmeq… Hararetê min derket, kesek pere nade, bê xewim, serda jî ev jina di nav cilê şînê de… Serê min diêşe… votka vexwim?  Belkê êşa serî biborîne… Erê vexwim. (diqîre.) Heyy!

Luka: Çima diqîrî?

Smîrnov: Qedehek votka bide min!

Luka diçe

Uff! (rudine û li xwe mêze dike). Bê şik,bejnek delale! Herçî, Ser û guh hemu di nav tozê da ye, bot qirêjin, paqij ninin,  bi êlekê ve ka heye… Xanimê, min wek dizek hesiband. (bawişk têyî), piçek bê terbiyetî hat bi vî halê hatim, lê çi bikim…  ji xwe ez jî ne mêvanim, ez deyndêrim, ji bo deyndêrê jî kostûm ne giringe

Luka: ( tê û votkayê dideyî),  Dinihêrim,  riheta we gelek li cîye,  begê min.??

Smîrnov: (bi hêrs) Çi?

Luka: Ez… min tiştek negot… min tenê…

Smîrnov: Tu bi kî re diaxivî?!  Ehmeq!

Luka: (ber quncikek ve). Şeytanê vî belayê anî serê me…Bu bela serê me..

Luka diçe.

Smîrnov:  Ax, çiqas bêhna min tenge! Wisa tenge ku, dibêm qey dinya toz û dûmane… Hê jî xerabtir dibe (diqîre) heyy!

VIII

Papova û Smîrnov

Papova:(dikeve hûndir, çavê xwe vedike), Camêrê hêja, demek dirêje ez di nav bêdengîyê da me û texemulla min ji qêrînîyê re tine. Ji we hêvî dikim,xizûra min  xera nekin.

Smîrnov: Pereyê bide, û ezê herim.

Papova: Min ji te re bi russî got: li cem min pere hazir tine, dusiba were.

Smîrnov. Min jî ji we re bi Rûssî got: Pere ji min re dûsiba ne lê îro lazim e. Eger îro hun pere nedin ez mecburim siba xwe dardabikim.

Papova: Ez çi bikim,  Pere li ba min tine. Çi ecibekî ye yaw!

Smîrnov: Niha,  hun îro nadin? Na?

Papova: Nikarim.

Smîrnov: Wê demê, ez jî li vir rudinim, disekinim heta perê bistînim… (rudinê). Dûsiba didin? Başe! Ezê heta dûsiba a wiha runim (bi vî şeklê). (bi lez ji cî radibe) ez ji te dipirsim: siba ez mecbûrim deynê xwe bidim yan na? … yanjî tu dêbêjî qey ez tinaz dikim?

 Papova: Camêrê hêja,  ji te hêvî dikim neqîre! Li vir ker tine!

Smîrnov: Ez dizanim tu ker nîni, tenê dipirsim: Siba divê  ez pere bidim bankê yan na?

Papova:  Heqê Te tine li cem hermetek  bi vî qeydeyê hereket bikî!

Smîrnov: Na, ez dikarim li cem jinan wiha hereket bikim!

Papova: Na, nikarî! tu merifek bêterbiyet û zirtebozî! Merifê biedep bi hermetek re wiha xeber nade!

Smîrnov: Ax, çi ecêbîye! Ez bi te re çawan biaxivim? Bi firansizî?  (bi hêrs û bidevokek xerab)  “Madam, je vu prî.”[1]  Ez çiqas bextiyarim ku Te pere nedaye min… Ax, pardon, min te nerehet kir. Îro hewa çi qas xweş e!  Û ev ruyê te nê şînê! ( bi rêzdariyek pûç  xwe li ber ditewîne)

Papova:  Hereketên we wek ehmeqan û keran e!

Smîrnov: (mîna wê dike).  Wek ehmeqan û wek keran!  Ez nizanim li cem hermetan  xwe çawa tevdem! Xanim, min di  jiyana xwe de ji teyran zehf zêdetir jin naskiriye !  Sê car ji bo jinê min dûello kiriye, min donzdeh  jin berdaye, neh  jî ew min berdan!  Erê !  Wextek,  min ehmeqtî kir,  bi her kesê re bi zimanek şêrîn diaxivîm, li ber herkesê min xwe tewand… Min heskir,  ez şewitim,  ji dinê xeyidîm,  helîyam,  cemidîm,…  Evîndarbum,  dîn bûm,  li  ber kesên sosyete me laqî kir, derheqê azadiyê de mina sîsikê axivîm  – şeytan min bibe- Li warê maqulan  runiştim, lê niha ; wek xulamekim!   Kese pênç qepikê xwe bi min nade! Bextiyarî!  Çavên reş ku bi daxwaza evînê dibiriqê,  lêvên sor, gamzeyên li ser rû,  hîv,  pistepist, nefesên şermoke…   Niha, xanima maqul, ez pênç qepikê xwe jî nadim vana.  Ez tenê ji bo  hinekan nabêjim, ji bo hemu jinan;  ji piçûkan heta mezinan, fêlbaz,  nejidil, paşbêj,  nefis giran,  dirawker,  vala, piçûk, bêmerhemet, gêjik,  ar(nerind)… ji ber xeberdana ev cûr  li min bibore,  lê ez êdî pênc qepik jî bi van filozofê di nav fistanan nadim. Tu li wan afirendeyên helbestî dinihêrî;  misk, ember, xwedavend, bi hezaran çoş û heyecan, lê li rihê wan dinêhirî; Tîmsahek heyidî. (marê reş).   (paşiya  kursiyê digire, kursî qirçînî dike û dişke ). Lê tiştê ku herî zêde hêrsa merif tîne ev e;  ev tîmsah çi belasebeb, dibên qey ew şaheserin, bêhempane.  Erê, şeytan wana tevda biberê,  min hema bi van bizmaran ji nigêmin daliqînin,  eger jin ji xwe pêştir ji kesi hesdikin. Di  heskiriyê de jin ancax dikarin  glî- gazîn bikin, bigrîn û bi tu tiştekî qawîl nebin.  Cîyê ku mêr izdirap dikişînin, kurban dibin,  li wê eşke wan  derdikeve ortê, puçik dihejînin, bi hemu hêzên xwe dixebitin ku wan bixapînin.  Tu  bixwe jî jinî û bi halê-ruhiyeta wan baştir dizanî. Ji ma rastiyê bêjin,: Te di  heyata xwe de qe ditiye ku jin, ji dil, dildar û sadiq bu ye? Nedîye! Dildar û sadıq tenê jinên pîr û ar in.! Rasthatina pişîka bi kloç yan jî qijika sipî ji rasthatina jinên sadiq hêsantire.

Papova:Tu  dibêjî di karê evînê de mêr dildar û sadiqin? Mêr, erê?

Smîrnov: Erê, mêr!

Papova: Mêr! (berken dibe). Di karê evînê de Mêr sadiqe û rêzdare!  Bêjin, mehna vî çiye? (hêrs dibe)  Ma hun çawa dikarin vana bêjin? Mêr sadiq, û rêzdarin!  Di  vî mijarê de ez ji we re vana dikarim dibêjim;  mêrê min ji hemu mêrên ku ez nasdikim çêtir bu… Min bê hed ji wî heskir, bi hemu hebuna xwe ve,ez  jinek biaqil, ciwan…  Min ciwaniya xwe, bextiyariya xwe, jiyana xwe, malê û milkê xwe dayê, ji bo wî nefes sitand, min wek putperestan  baweriya xwe bi wî anî, û… û êdî çi ? Ew ku ji hemu mêran çêtir bû, di her firsatê de min xapand! Piştê mirina wî min di çavîya masawî de nameyên dergîsên wî dît- bîranîna van gelek zore-  wî bi hefteyan min bi tena serê min dihêşt, li ber çavê min bi jinan dileyis û min dixapand, perê min xerc dikir, bi hestên min dikenî… disa jî min jê hesdikir, jê re sadiq mam… Ew mir jî lê ez disa jê re sadiqim. Min xwe xistiye nav çar diwaran û heta mirinê ezê wiha di şînê de bimînim.

Smirnov: (pê dikene) Şîn!… Bi serê min nakeve we ji bo çi min qebul kir? Bi rasî nizanim, ji bo çi we ev fistanê reş li xwe kiriye û xwe di nav çar dûwarn de çal veşartiye!  Heta kengê!  Heta helbesvanek rastê we bê! Heta ku milkedarek ciwan, yanjî helbestvanek bejin kurt were ber malikanê , li ber bacê (kûlekê) bisekine û wiha bêje: “ li vir Tamara yê (bi gîzem) rudine ku ji heskirina mêrê xwe, xwe di nav çar dûwan de asê kiriye.” Em van fêlan baş dizanin!

Papova:  (hêrs dibe). Çi? Tu çawan dikarî ji minre vana bêjî?

Smîrnov:  We xwe di nav çar dîwaran de asê kiriye, lê kişranê ruyê xwe jî ji bîr nekiriye!

Papova: T u çawan dikarî bi minre bi vî şeklî xeberdî?

Smîrnov: Hêvî dikim, dengê  xwe bilind nekin , ez xulamê we nînim! Musade bikin ez çawa dixwazim wisa biaxivim. Ez jin nînim û gotinê xwe raste rast dibêjim! Dengê xwe bilind neke, emir nede min!

Papova: Ez dengê xwe bilind nakim tu bilind dikî! min rehet bihêle!

Smîrnov: Perê min bide, ez jî herim!

Papova: Ez pere nadim we!

Smîrnov: Na, hunê bidin!

Papova: Aha, ji we re dibêjim, hunê yek qepikek jî nestînin! Min rehet berde!

Smîrnov: Ez ne mêrê we me ne jî destgirtiyê we, ji bo vî hêvî dikim, ji ma nelîze! (rudinê) Ez ji vî hesnakim.

Papova: (ji hêrsan bêna wê digre).  Hûn runiştin?

Smîrnov: Runiştim.

Papova: Hêvî dikim ji we herin!

Smîrnov: Perê bidin… (bêr aliyek ve) Ax, çiqas bêhna min tenge! Çiqas bêhna min teng e.

Papova: Ez naxwazim xeberên nebaş bêjim! Lave dikim ji we derkevin derve!

Navber

Win hê neçune? Na?

Smîrnov: Na.

Papova: Na?

Smîrnov: Na!

Papova: Ê başe! (gazî dike) luka!

                                                            IX

Ew herdû û Luka

Papova: Luka,vê camêrê derxê devre!

Luka: (diçe li ba smîrnov disekine), Beg, ji kerema xwe re bi min re werin!  Tu tişt li vir…

Smîrnov:  (ji cî radibe) Dengê xwe bibre! Tu bi kê re xeberdidî? Ez ê te bixim salete!

Lomov: (dilê xwe digre) Ya ğaz!… ya Seyda!… (dikevê ser paldankê). Ax, şeytan, şeytan!  Rihê min bir!

Papova: Daşa li kûye? Daşa!,  (gazî dike) Daşa!, Pelageya! Daşa!

Luka: Ax! Hemu çune baxça fêkiyan… Li mal tu kes tine…mixapin! Av!

Papova: Derkevin devre!

Smîrnov: Ma eyp nîne hun min dixin der?

Papova: (Kulmê xwe dişidîne û peyîn li erdê dide).( Kaba erkek), berazê heram, cenewir,!

Smîrnov: Çawa? We go çi?

Papova: Min got; tu berazî, û cinawirî!

Smîrnov: Hun bi çi heqê wiha ji ma  heqeret dikin?

Papova: Erê heqeret dikim… Çi buye? Dibî qe ji we ditirsim?

Smîrnov: Qe hun jî dibêjin qe ew halê wenê poetik heqê çêrkirinê dide we? Erê?  Ez te  dawetê dûelloyê dikim, hodrî meydan!

Luka:  Ya ğaz!… Ya Seyda!… Av!

Smîrnov: Em dûello bikin!

Papova:  Hun dibên qe ez ji bejna wenê bilind û ji dengê we nê bor ditirsim? He?  Bourbon a mezin![2]

Smîrnov: ez we dawetê duelloyê dikim! Ez nahêlêm kesê ji min re heqeret bike, û ûmuramin de nine ku hun hermetin yan na!

Papova: (dest bi qêrînîyê dike). Hirço! Hirço! Hirço!

Smîrnov:  Êdî, jivir wiha tenê mêr bedela kirinên xwe nedin, divê jin jî bidin! Wekhevbun ha ji were wekhevbun. Emê dûello bikin!

Papova:  Dixazin şer bikin? De hadê keremkin!

Smîrnov: Hema ev deqqe!

Papova: Ev deqqe! Ezê çekê mêrê xwe bînim… Ezê niha wana bînim ha…(bi lez derdikeve). Ezê mejiya we belav bikim! Şeytan we berê! (derikeve)

Smîrnov: Ezê wê mîna mirişkê mirar bikim! Ez ne zaru me, ne jî têjkê seyek reben, ji bo min qimeta kesên jar tineye!

Luka: jiboyê xwedê!… ( radibe ser çogan), ez kalek rebenim, we min ji tirsan kuşt. Ji kerema xwe re rabin herin ji vir! Wê şerbikin, ji xwe ev kêm bu!

Smîrnov: (guh nade wî).  Dûello, eve  hevwekî  û azdî! Ha herdû cîns wekhevin! Ez wê ji edet û enenan azad dikim! Lê çi jine! (texlid dike) “ Şeytan we berê… ezê gulle berim mejîyê we “ Çi jine?  Sorbuye, çav diçûrûse,.. Dawetê qebul kir! Rastiyê bêjim, ez  di heyata xwe de taze jinek wiha dibînim…

Luka: Tu û xwedê herin! Ezê heta mirinê dia bikim ji we re.

Smîrnov:  Welleh eva jine! Ez êdî tê gihiştim (famdikim)! Jinê vê zemanê…  Ne ji wan rindê fetloke ye, û ne jî tirsonek, lê wek agir, wek barud û fişek e! Heyfa vê jinê ye ku merif bikuje!

Luka(lave dike) jibo xwedê herin!

Smîrnov: welleh kêfa min jê re hat! Welleh! Hele gamzeyê wê bêhtir kifa min hat! Hindik maye ez dev ji deynê xwe berdim… û hêrsa min jî bihurî… Jinek bêhempaye!

X

Ya berê û Papova.

Papova: (bi sîlihan ve dikeve hundir).  Ha ji we re çek… Lê divê ewil hun bidin nişanê min, ka çawa dixebitin. Min tu car sîlih negirtiye destê xwe.

Luka: Guneye begê min, bibexşînin…Ez herim li baxçevanê û ajovanê bigerim. Ev bela ji ku hate serê me…(diçe)

Smîrnov: (li demançan mêze dike). Hun dibînin çend cûr demançe hene… Mortimer, xisusî ji bo dûelloyan e. Û ev demança we Smît û Vesson, sîlihek herî başe, bihayê wı ji 90 rublan kêmtir nîne. Divê tu demançê wiha bigirî…( ber bi aliyek de) Ax ew çav, ew çav! Зажигательная женщина!

Papova: wiha?

Smîrnov: Erê, wisa… Paşê jî horozê rake… Ha wisa nîşan bigire… Serê xwe hinek paşda bide!  Destê bikşîne wek wê gavê… ha wisa…  paşê evî pişkoka xarê bikşîne… û hemû ev qas… Tenê dû şertê mûhîm hene: yek, heyecan û lez nekin û dû rind nîşan bigirin… Bixebitin ku destê we nelerize.

Papova: Başe…di nav malê de nabe em li hevbidin, werin em herin hewşîyê.

Smîrnov: Em herin.  Lê ez ji nihave bêjim ku ez dê berdime hewa.

Papova: Ji xwe  ev kêm bû! Çima?

Smîrnov: Ji ber ku,.. jiber ku… ji we re çiye çima!

Papova: Hun ditirsin? Erê? A-a-a-a!  Na, cawamêr, xiyanetî neke! Bikevin pê min!  Heta ez mejiya we belav nekim rihet jima tine. Ew mejiyê ku jê nefret dikim… ditirsî?

Smîrnov: Erê ditirsim.

Papova: Derawe! Bêje çima naxwazî şer bikî?

Smîrnov: ji ber … ji ber ku hun…  kêfa min ji we re hat.

Papova: (dikene) kêfa we ji ma hat! Çesaret dike û dibêjê ku kêfa wî ji ma  hatiye!  (derî dide nîşan). Ji kerema xwe re!

Smîrnov: (hêdîka demançê datînê, şewqê dide serê xwe diçe: li ber derî disekine, demek bê deng herdû l hev dinirin: paşê ew diaxive, hêdî hêdî ber bi papov ve diçe). Guhbide..  hun jî bi bentengin? Nelet bê ez jî zehf bên tengim, lê bifikirin… nizam çawa bêjim… mesele eve ku, hun jî dibînin, ezê raste rast d,bêjim… (diqîre). Qe ku min ji we hesikiriye, min qebehet kiriye? (bi pişta kursîyê digire, kursî qirçînî dike û dişke). Şeytan dizane, ku mebelên we jî zehf qelse! Kêfa  min ji we re hat! We se kir! Ez… Ez evîndar bum!

Papova: Ji min dûr bin- rikê min ji we tê!

Smîrnov:  Xwêdê ev jinek çawane! Min ti heyata xwe tiştek wiha nediye! Min birîndar kir, kuşt, ketime davika wê  wek mişkek!

Papova: xwe paşve bide naxwe ezê gule berdim!

Smîrnov: Berdin! Hun nizanin çi bextîyariyekê ye li ber van çavên rind mirin, mirina ku demança bi ew destên narin gule jê tên berdan. Ez ne dînim! Bi fikir û biryar bide, lewma ku em ji vir herin, edê verger tine! Biryar bidin… camêrek maqulim, merifek başim, salê de hezar ruble tê destê min…qepikê li hewa dikarim di orta wi de bixim??? Suwarek jêhatî me… Hun naxwazin bibin jina min?

Papova: ( bi hêrs, demança xwe dijejîne) Emê li hevbidin! Hodrî meydan!

Smîrnov: Hun dinin yaw… Tu tiştek bi serê min nakeve… (diqîre) Hey, j ima av bîne!

Papova: Emê li hev bidin! (hodrî meydan)

Smîrnov: Aqil ji serê min çû, evîndar bûm, wek xurtek, wek dînek! (ji destê wê digre, jinik bi hêrs destê xwe dikişîne). Hesdikim û min tu car wiha hesnekiribu! Donzdeh jin min berda û neh jî ew min berdan, yek jî mina vê carê nebu, min tu kesê wekê we hesnekir… Ez şewitîm, heliyam, test û nig ji ber min dice…li ber  we mina dînek çok Didim û destê xwe dirêj dikim…şerm, eyb! Pênc sal e min qet hesnekiriye, min sond xwaribu, lê ji nişkeva tu derketî pêşîya  min. Destê xwe dirijê we dikim. Erê yan jî na? Naxwazin? Bila wisa be! (radibe û bil ez ber bi derîve diçe)

Papova: Bisekine…

Smîrnov: (di cîde disekine) Çawa?

Papova: Tiştek ne, here… lê,  bisekinin… Na, herin, herin! Rikê min ji we tê (ez ji we nefret dikim)! Yan jî na… neçin! Ax, xwezî we bizaniya ez çiqas xemgînim( çiqas bêna min teng e)! (damançê datîne ser masê) tilîyê min werimî ji vî neletiyê…(bi şarpê sitêrkên xwe paqij dke)  Çima wisa sekinîne? Derkevin!

Smîrnov: Xatirê we.

Papova: Erê, erê herin!… (diqîre) hun bi ku de diçin? Bisekinin… Dîsa jî here (bimeşe). Ax çiqas hêhna min tenge!  Nêzik ne be, nêzik ne be!

Smîrnov: (nêzikê wê dibe)  Çiqas ez ji te re hêrs dibim!  Evîndar bum, mîna xurtek xwendekar, çok daye erdê…  Serda sermê jî  min bir.  ( bi dengek hişk) Ez ji we hesdikim!  Min ji we zehf heskir. Lê çi bikim ez mecbûrim siba deynê xwe yê faizê bidim bankê, wextê çandinê hatiye, lê hun li vir…(wê ji navtenga wê digire) ezê tu car xwe nebexşînim..

Papova: xwe bidin ali! Destê xwe bide alî! Ez ji we…  nefret dikim! Li hev… emê lihev bixin…

Demek dirêj radimuse

XI

Kesên berê, Luka bivir destande, baxçevan destan de meqesa daran heye, ajovan û karker bi eşyayê xwe ve.

Luka: ( dibîne ku hedû radimusin). Wey xwedê!

Bê dengî

Papova: (çavê wê nîv vekiri) luka ji wan re bêje bila îro qet yulaf nedin Tobî.

Perde.

[1] Ez ji we hêvî dikim (Frans: je vous prie)

[2]Bourbon Charles (17.2.1490- 6.5.1527) yek  Ji mezinên feodalên Fransayê. Li vir bi henek davêje ser Smîrnov.

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir