Destpêka romantîzma rûsî: Vasiliy Zhukovskiy û werger

“Ya jîl kak ya napîsal… Min çawa nivîsand wisa jî e’mir kir…” (Vasiliy Zhukovskiy)

Di wêjeya rûsî de rêbaza romantîzmê di destpêka sedsala 19an de derdikeve meydanê. Di wêjeyê de berhemên li gorî rêbaza romantîzmê bi Vasiliy Andreyeviç Zhukovskiy û Konstantin Batyushkov dest pê dike. Beriya romantîzmê li Rûsyayê jî di wêjeyê de rêbaza sentîmentalîzmê serdest bû. Di sentîmentalîzmê de leheng ne piralî bûn û bi piranî derûniya lehengan gelekî nîşanî xwendevanan nedikirin, ango leheng yekrûyî bûn. Bi romantîzmê re êdî di berheman de mirov bêtir kûr, tevlihev û piralî dibin û leheng ne tenê baş an xerab in, lê di heman demê de taybetmendiya lehengan di nava xwe de hem başî û hem jî xerabî dihewîne.

Berhemên bi vî awayî berê bi rêya wergerê ji welatên rojavayî mîna Almanya, Fransa, Îngilistanê û hwd. dikevine rojeva wêjeya rûsî û helbet nivîskarên Rûs bi xwe jî berhemên girîng ên romantîk diafirînin. Yek ji van nivîskarên pêşî jî Zhukovskiy bû.

Zhukovskiy bi eslê xwe aliyekî wî Rûs e û aliyekî wî jî Tirk e. Bi gotineke din tê gotin ku dêya Zhukovskiy Tirk e, bavê wî feodalekî Rûs û leşkerekî xwedî rutbe bûye. Di şerê tirk-rûsan de jineke bi navê Salha esîr dikeve destê leşkerên Rûs û wê dibin Rûsyayê. Bavê Zhukovskiy Salhayê wekî cariye girtiye ba xwe. Ji ber ku wê çaxê bi keseke ne xiristiyan re zewac qedexe bû, her çiqasî Salha vaftîz bûbe û bûbe xiristiyan jî bavê Zhukovskiy di resmiyetê de pê re nezewiciye. Kurikek ji Salhayê re çêdibe lê ji ber rewşa fermî bavê Zhukovskiy nikare wî li ser nifûsa xwe qeyd bike. Ji ber vê yekê esilzadekî navdar bi navê Andrey Grigoryeviç Zhukovskiy vî zarokî ji xwe re dike ewlad û paşnavê wî jî ji vir tê.

Rûs ji nivîskarê xwe Zhukovskiy re dibêjin şaîr, wergêr û mamoste. Rêwîtiya wî ya wêjeyî gelek zû dest pê dike. Hê di 14 saliya xwe de gava di yurda Zanîngeha Moskovayê de dima, serokatiya civînên wêjeyî dikir. Piştî bi salan wî koma wêjekarên Rûs ya bi navê “Arzamas” ku bandora vê komê wê ji bo wêjeya rûsî gelek mezin bûya, damezrand.

Wekê pêşî jî hat gotin xebat û berhemên Zhukovskiy yên pêşî mîna nivîskarên din weke yên serdema xwe sentîmentalîst bûn. Mînak, di sala 1802yan de Zhukovskiy bi Karamzin re hev nas dikin. Gelekî di bandora wî de dimîne û berhema xwe ya sentîmentalîst “Vadim Novgorodskiy (Vadîmê ji Novgorodê)” dinivîsîne. Berhema romantîk ya pêşî jî ya di wêjeya rûsî de wergera wî ya bi navê “Ludmila” tê qebûlkirin ku ev berhem baladekî ji almanî hatiye wergerandin.

Divê em bibêjin ku berhemên Zhukovskiy ji bo wergerê ji wêjeya rojavayê hilbijartine bi piranî hêmanên fantastîk jî di xwe de dihewînin. Helbet gelek berhem û wergerên wî bi vî awayî hene lê em dikarin weke mînak li vir behsa hinekan bikin. Yek ji van berhema “Svetlana” ye. Di vê berhemê de keçikeke ciwan ji aliye destgirtiyê xwe yê mirî ve tê revandin. Ev berhem her çiqas weke berhemek orjînal ji nû ve hatibe afirandin jî orjînala vê berhemê balada Gottfried Bürger e.

Berhemeke din ku dîsa mirov dikare bêje li gorî romantîzmê ye û hêmanên fantastîk dihewîne, balada wî ya bi navê “Lesnoy Tsar” e ku min ev balad weke “Qiralê Daristanî” wergerand. Ev balad jî wergera “Erlkönig”a Goethe ye. Dibe ku navê vê berhemê ji bo kurdî wekî “Qiralê Ecinî” bê wergerandin. Min wergera herdu baladan ji rûsî kir bo kurdî. Zhukovskiy vê baladê ji serî bigire heta dawî gelek guherînan tê de dike. Lewma ev ne wergereke rasterast e û li gorî dilê xwe ji nû ve nivîsiye. Mirov dikare vê weke adaptasyonê bifikire.

Wergera herdu baladan ji bo kurdî:

Qiralê Daristanî – Jukovsky

Ew ê ku hespê dide çargavan û li bayê bezê diçe
Di nav vê mija tarî de kî ye gelo?
Siwariyê derengmayî, pê re lawê ciwan.
Di ber bavî de şidandî, zarokekî ricifî:
Kalo wî di himbêza xwe de digire û germ dike.

“Lawo, tu çima wisa bi tirs xwe dixî himbêza min?”
“Bavocan, Qiralê Daristanî li ber çavê min şewq dide
Va ye ew bi taca tarî, bi rîhê gur.”
“Ax na, ew mija li ser avê ye sipî dike”

“Lawo ka li derdorê, delalîko li min binêre;
Li ba min tiştên wisa xweş hene:
Kulîlkên firûze, çemên mîna mircanan;
Ji zêr çêkirîne eywanên min.”

“Bavocan, Qiralê Daristanî bi min re diaxive:
Ew soza zêr, mircan û bextewariyê dide.”
“Ax na delalîko, bi te wisa tê:
Ew bayê geşbuyî ye, pêlan dihejîne.”

“Were ba min delalîko, li berûstana min
Tu yê keçên min ên delal nas bikî:
Dê bi mehan bileyizin û bifirin,
Bi lîstik û bi firînê wê te bilorînin.”

“Bavocan Qiralê daristanî bangî keçên xwe dike:
Dibînim, di nava şaxên tarî re serê xwe dihejînin.”
“Ax na, di kurahiya şevê de, her tişt aram e;
Ew bîyên boz in, di qerexa rê de sekinîne.”

“Lawiko, xweşikbûna te min gêj dike:
Bi dil an bêdil, tu yê bibî ya min.”
“Bavocan Qiralê Daristanî dixwaze min birevîne;
Va ye ew; min dixeniqîne, nahêle ez bêhnê bistînim.”

Siwariya xof girtî çargavî hespê diajo, difire;
Zarok ditirse, zarok diqîre;
Siwarî diajo, bi çargavî baz dide…
Di destê wî de zaroka mirî dirêjkirî.

Sala 1818


Qiralê Ecinî – Goethe

Ew kî ye yê hesp diajo, di derengê şevê û bahoz de?
Ew bav û kur in.
Wî zarok bi sêngê xwe ve şidandiye,
Zarok di himbêza bavê xwe de aram e, germ e.

“Kurê min tu çima rûyê xwe wisa bi tirs vedişêrî?”
“Bavo, ma tu Qiralê Ecinî nabînî?
Qiralê Ecinî yê tac li serî û bi poçik.”
“Kurê min ew şaxên darên mij in”

“Zaroka şêrîn, ka were bi min re!
Ez ê bi te re lîstikên xweş bilîzim,
Li perava min kulîlkên reng bi reng hene,
Kincên dêya min ên zêrîn hene”

“Bavo ma tu nabihîzî,
Çi sozan dide min,
Qiralê Ecinî?”
“Aram be, netirse kurê min,
Ji ber bahozê pêlên hişk dixuşxuşin”

“Tu naxwazî kurikê şêrîn bi min re werî?
Min bihîstiye ku keçên min ên delal li benda te ne.
Keçên min dê govenda şevê bigerînin,
Bilorînin, dansê bikin, sitranan bêjin ji bo te.”

“Bavo, bavo ma tu nabînî li wê,
Di nav mija reş de keçên Qiralê Ecinî?”
“Kurê min, kurê min, ez baş dibînim:
Darên bîyê ên pîr in, boz xuya dikin”

“Ez ji te hez dikim, delaliya te min diêşîne!
Tu bi dilê xwe neyî, ez ê te bi zorê bibim.”
“Bavo, bavo, va wî ez girtime,
Qiralê Ecinî min diêşîne”

Bav ditirse, hespê dide çargavan mîna bayê,
Zaroka bi nalenal di himbêzê de,
Bi zehmetî gihîşte ber deriyê hewşê,
Zarok di destên wî de mirî bû.

Sala 1782

Lêkolîna Tsvetayeva

Di vî nivîsê de herdu werger jî ji rûsî hatine kirin. Wergera vê baladê ya rasterast ji bo rûsî ji aliye Marina Ivanovna Tsvetayeva ve di sala 1984an de hatiye kirin û Tsvetayeva di vê xebata xwe de herdu baladan dide berhev û li ser peyvên herdu nivîskaran lêkolînê dike.

Peyva yekem ku Tsvetayeva bal dibe ser “xvost” ango poçik e. Ev peyv di ya Goethe de heye (Schwanz) lê di ya Zhukovskiy de tuneye. Qiralê Ecinî ya Goethe bi poçik e lê di Qirala Daristanî ya Zhukovskiy de li şûna poçikê rîha dirêj (s borodoy) heye. Û ji vir mirov dikare bêje ya Goethe bi xof e û tirsê dixe dilê mirov lê ya Zhukovskiy bi şayesandina tac û rîhê re ji xofê bêtir zanyarî û hêzê derdixîne pêş.

Tiştekî din a girîng jî, di ya Goethe de xuya ye ku zarok ji ber Qiralê Ecinî nexweş ketiye lê di ya Zhukovskiy de berî ku zarok Qiralê Daristanî bibîne, zarok nerehet e û nexweş xuya dike. Zhukovskiy bi me wisa dide hîskirin ku zarok ji ber nexweşiyê, belkî jî ji ber hereretê xeyalan dibîne û ji nexweşiyê an jî ji ber tirsê dimire. Lê di ya Goethe de em hîs dikin ku sedema nexweşiya zarok Qiralê Ecinî ye û di dawî de ruhê zarok distîne.

Ferqeke girîng jî di navbera herdu berheman de ew e ku di ya Goethe de temenê siwarî ne diyar e, lê di ya Zhukovskiy de eşkere ye ku siwarî kalikek e. Di navbera herdu berheman de helbet hê gelek cudahî hene lê ev belkî mijara nivîseke serbixwe be.

Encam

Piştî vê berhevdanê weke dawî em bibêjin ku ji bo destpêka wêjeya rûsî her kes navê Pushkin dizane lê Rûs bixwe qîmeteke mezin didin Zhukovskiy jî. Ne tenê weke avakarekî wêjeya zimanê xwe lê di heman demê de ji bo xurtkirina ziman û hişmendiya neteweyî ya ruhê Rûs jî qedir û qiymetê didin wî. Nivîskarên weke Griboyedov, Pushkin û Batyushkov; Zhukovskiy jî ji ber ku wê demê zimanê serdest di nav arîstokrat û kesên xwende de fransî û almanî bû, gilî û gazinên xwe dikir ku kes li ziman û çanda xwe xwedî dernakeve. Lewma Zhukovskiy di heman demê de mamostatiya zimanê rûsî dikir, li qesrê ders dida çar û çarîçeyê û zarokên ku wê bikevin şûna wan.


Çavkanî:

  • http://tsvetaeva.lit-info.ru/tsvetaeva/proza/dva-lesnyh-carya.htm
  • https://www.culture.ru/persons/9330/vasilii-zhukovskii

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir