Keşif
Di nav zibla de dikolî,
Dîkê tovekî mirwarî dît…
— Krîlov
Endezyar Baxromkîn, camêrê girîng, li mala xwe li ber maseya nivîsê rûniştibû û bi xemgînî difikirî ku çi bike. Vê êvarê li baloya nasekî, ew bi tesadifî rastê jinekê hat ku 20–25 sal berê evîndarê wê bûbû. Berê ew delalek bêhempa bû, ku mirov bi hêsanî evîndarê wê dibû. Bi taybet çavên wê yên şînên kûr û porên dirêj û zêrîn, rind tê bîra Baxromkîn. Jina delal, qure û dûrêdest bû, bi awirêkî dinihêrî û kêm dikenî. Lê dema dikenî bala hemû zilaman dikişand ser xwe. Lê niha jineke jar, devleq, salborî bi awirên tirş û bi diranên zer…
— Çi heyf! – Fikirî Baxromkîn û bê hemdê xwe rahişt pênûsê û hin tiştan li ser kaxizê ku li pêşiya wî li ser masê disekinî xêz kir. — Tenê xwezayê dikare evqas xerabiyê bike li mirov. Eger jina delal bizanibûya ku çi pê dê bê, piştî bîst salan dê veguhêre kê, dê ji kerba bimiriya.
Baxromkîn gelek fikirî, paşê li kaxizê nihêrî û ji cî rabû.
— Xwedê! Ev çiye? Ez dizanim çawa resim çêkim! — Li ser kaxizê ku bê hemdê xwe tiştek xêz kiribû, rûyê jinekê hebû. Ev rûyê bedew, rûyê jina ku carekê evîndarê wê bûbû, bû.
Helbet, resim ne ewqas rind bû, lê portre dişibiya wê.
— Ev çiye? – Hê jî ecêbmayî bû Baxromkîn. — Ez dizanim çawa resim çêkim! Pêncî sal li rûyê erdê mam û hê jî min nedizanî ku qabiliyeteke wiha min heye. Û ji nişkêve, dema emrê min ber bi kalbûnê ve diçe, ez bi qabiliyeta xwe dihisim. Tiştekî wiha mimkûn nîne!
Baxromkîn, ku bi mucîzeyan bawer nedikir, rahişt pênûsê û rûyê jineke pîr li rex rûyê bedew xêz kir… Ew resim jî xweş çêbibû wek ya din.
— Ev tiştekî ne baş e? — Ji xwe re ecêbmayî ma Baxromkîn. — Naxwe ez resamek im! Naxwe qabiliyeta min heye! Min berê çawa nedizanî vî? Rast e, mucîze!
Baxromkîn gelek ecêbmayî bûbû ku qabiliyeta wî ya resimçêkirinê heye. Eger di bêrîka paltoya xwe de pereyekî mezin bibîna yan jî bûbûya mudirê mezin, ewqas ecêbmayî nedibûya. Ew bi saetan li ber maseyê rûnişt û resmên serî, daran, şewat, hespan… çêkir.
— Gelek baş e! Bêhempa ye! — Ji xwe re ecêbmayî ma. — Eger min hinek dersên resmê bigirtana, dê gelek baştir bûya.
Xulamek ku şîv anî odeya wî, bû asteng ku zêdetir resim çêke û bi resmên xwe serbilind be. Baxromkîn xwarin xwar û fikirî… Wî bi bîr anî ku di jiyana xwe de carekê jî nefikirî ku qabiliyeteke wî heye yan na. Bi rastî, wî di ciwaniya xwe de gelek dixwend, di şanoyên amator de dilîst, stran digot û dekorasyonan xêz dikir. Niha jî ew gelek dixwîne, ji şanoyê hez dike, helbestên xweş ji ber dixwîne û xweş diaxive.
— Naxwe? — Fikirî Baxromkîn. — Dibe ku ez bikaribim helbest û roman jî binivîsim? Eger ez bi qabiliyeta xwe bihisiyama, ezê bûbûma resam yan jî nivîskar? Lê?
Bûyerekê ji zaroktiya wî hat bîra wî. Rojekî, gava bi diya xwe re digeriya, rastê feqîrekî bi kincên qirêj û dîriyayî hat. Dayikê destê wî maç kir.
— Dayê, te çima wisa kir? — Zarok ecêbmayî bibû.
— Ew helbestvankek gelek navdar e. — Dayikê bersiv da.
Wê gavê Baxromkîn fam kir ku gelek mirov rêz didin helbestvanan, hunermendan, kompozîtoran.
Baxromkîn dest bi fikirîna jiyaneke cuda kir — li ser jiyana hunermendan yan jî helbestvanan, ku nabe meriv bide ber jiyana mirovan ên sade.
Jiyana wan balkêş e, ji herkesê cuda ne… şan û şeref. Helbestvan yan jî hunermend di restoranê de rûdine yan jî radizê, lê di heman demê de mirovan din helbestên wî dixwînin yan jî li tabloyên wî temaşe dikin. Û herkes navê wan dizane, lê kesek bi halê wan nizane. Belê, heyranok e! Lê çawa dibû ku ez niha resamek bûma? — Di hişê xwe de fikirî. — Minê xwe çawa hîs bikira? Baxromkîn di hişê xwe de ji xwe re tabloyek çêkir: Ha ew, resam yan jî helbestvan, di tariya şevê de vedigere malê. Hespê wî tune, ji ber vî jî bixwaze jî nexwaze jî divê bi lingê xwe here. Mala wî tune, ew li otêlekî erzan dimîne. Xwe li otêlê birçî û westiyayî dibîne. Gelek birçî bûye, lê şîv tune ku bixwe. Otêl sar e, ode biçûk û qirêj e. Kaloliye sar û hişk e. Ew nikare biçe otêlekî din, çimkî pereyê wî tune. Dawiya dawî ew li ser kaloliya sar û hişk radizê û dizane ku hespê wî tune, mala wî ya germ tune, di kêşika maseyê de cixareyên biha tune û di kêşika jêrîn de tabançeya wî tune. Tabloya ku Baxromkîn di hişê xwe de xêz kir dengdar bû. Baxromkîn xwe dirêj li ser kaloliya xwe ya nerm û germ kir û raza.
— Xwedêkiriyê ku ez di ciwaniya xwe de bi ser tu qabiliyeteke xwe ve nebûme. Niha her tiştê min heye: karek baş, mal, xulamên xwe, pere… — Ew fikirî û di xewê de çû.
Nişe: Navê orjînal «открытие»