Sedsal – Osip Mandelshtam
Sedsala min, hovê min, kê dikare
Binêre li nûra çavên te yên tarî,
Bi xwîna xwe ve girê bide
Pişta herdû sedsalên dûrî?
Xwîna avaker diherike
Ji qirika tiştên dinyayî,
Tenê xwînmij dilerize
Li ber şeveqa roja nûzayî.
Mexlûq, ta ku li jiyanê bî
Neçar e masiya piştî,
li pişta wê hebî
Û pê dilîze pêlekê veşartî.
Mîna kirkirokê nazik ê dergûşê
Sedsala erdê nûzayî:
Dîsa qurbanî, mîna berxikê
Nermika serê jiyanê pêşkeşbuyî.
Ji bo ku sedsal xelas be ji dîliyê,
Ji bo ku ava bibe cîhanek azadî,
Gere vekin bi bilûrê
Çokên rojên girêdayî.
Pêl sedsalê dihejîne
Bi xema mirovên dîrîn,
Û tîremarek di giyê de dimîne
Li gorî pîvana zêrîn.
Û dîsa kulîlk wê şîn bibin,
Şaxên kesk wê bidin ciwanî,
Lê pişta te şikandin,
Sedsala min a bedew û xemgînî!
Û bi kenekî bê wateyî,
Paşve dinêrî, hişk û bêhal,
Mîna heywanê hovî çelengî
Li şopa lingêngên xwe ên şal.
Xwîna avaker diherike
Ji qirika tiştên erdewarî
Û mîna masiyên kel dilive
Li qeraxa nermika germ a behrî.
Ji tora bilind a çûkan
Û Ji zinarên micwerî ên şilî
Bêxemî dibare bê guman
Li ser birîna te ya mirî
1922