Çîroka Papaz û xebatkarê wî Balda – Pushkin (werger)

Hebû tinebû Papazek hebû, Enî konîk bû. Papaz diçû bazarê…

Hebû tinebû Papazek hebû,
Enî konîk bû.
Papaz diçû bazarê,
Diceriband tiştên xelqê.
Li pêşqabilê wî Balda, bixwe jî nizane diçe kuda.
“Xêre bavo (papaz) çima evqas zû derketî,
Tu çi distînî?”
Papaz bersiv da: ”Ji min ra karker lazim e:
Aşvan, seyîs û marangoz.”
Ez ê ji ku peyda kim wana,
Ma ne gelek e bihayê xizmetkara?
Balda got: “Ez ê xizmeteke baş bikim ji te ra.
Di salê da sê findoq lêxim eniya te,
Û genimê kelandî ji kîsê te.”
Papaz fikirî xwe bi xwe,
Xurand eniya xwe.
Çal, çalek wek gulî.
Erê, wî bawer kir ji vî rûsî.
Papaz gote Baldayî: “ Başe,
Em herdu jî di karê da ne.
Tu yê bijî di hewşa min da,
Bi quwet û hunerê xwe va.”
Balda dijî li xaniyê Papaz,
Radiza li kadîna gîhê.
Ji şeveqê da karê wî destpê dike,
Hespê dibezîne, cot dike.
Tifikê hildike, xwarinê çêdike, lazimiyan dikire,
Hêkan dikelîne û sipî dike.
Jina Papaz methê wî dikir,
Papaz tenê xeber û gilîgazîn jê dikir,
Lê lawê wî, ew wek “bavo” gazî dikir;
Kaşa( xarinek wek helise) dipet, zaran telbe dikir.
Tenê Papaz ji Baldayî heznedikir,
Û tu car lê rehm jî nedikir.
Li ser meaşê wî tim û tim difikire,
Wext dibuhure û dem êdî nêzik dibe.
Naxwe, venaxwe, bişev ranazê,
Ji kerba mejiya wî diteqe.
Di dawîyê da serî li jina xwe da,
Ji jina xwe pirsî:” Ez çi bikim xelas bim ji vî halî?”
Aqilê jinan zîrek e,
Ji fêlbaziyê ra yek bi yek e.
Jinik dibêje: “Ez dizanim çareyê,
Çawa em ji xwe dûr bikin vê belayê.
Karekî wisa ji bide pêşî, ku nikaribe bîne cî,
Û wisa jê bixwaze ku lib û lib bîne cî.
Hem tu û eniya te dê ji findoqê xelas bî,
Û balda bê meaş bi rê bikî.”
Dilê papaz şad bû,
Li Baldayî dinêrî rû bi ken bû.
Waye gazî kir: “Ka were ber bi vir da,
Xebatkarê min ê pêbawer Balda.
Guh bide: Bistîne bacê ji şeytan,
Da ku bidim kirayê mirîyan
Ji bacê sê salan pêştir,
Tine qezenc ji vî baştir.
Tu yê meaşê xwe bistînî,
Kengê ji şeytan bacê bînî.”
Balda bi papaz ra nekete niqaşê,
Çû rûnişt qiraxê behrê;
li vir kindir ba da,
paşê li nav behrê da.
Wa ye ji behrê derket şeytana pîr;
“Bêje, tu çima ewqas ji çav da ketî yî?”
“Çawa û çima, te deynê xwe nedaye,
Dema dawî ya deyn nayê bîra te.
Wê ji me ra bibe şahî,
Wextê tu bacê bidî.
“Balda can, bisekine li ber behrê da ,
Tu yê bacê bistînî di demek nêz da,
Li bendê be ezê bişînim nevîyê xwe.
Balda fikirî: “gelo ev ne henek be!”
Derket ser avê şeytanokê şandî,
Kire newînî mina pisîka birçî,
“Merhaba xorto Balda, baceke çawa ji te ra lazim e?
Di derheqê bacê da me tu tişt nebihîstiye,
Lê bila bi ya te be.
Were em ê peyman dayinin di navbera xwe da,
Ji bo ku dilê kesî nemîne,
Kî zu bireve li derdorê behrê,
Ew dê bigre hemu bacê.
Di vê navberê da, kîsikê bacê dê hazir be.”
Balda ber xwe da kenî,
“Raste te wiha fikirî?
Tu li ku bi min re pêşbazî li ku,
Bi min ra, bi Balda bixwe ra?
Li benda birayê min ê biçûk be”
Balda çû daristanokê,
Anî du heb kêvroşkê.
Dîsa tê ber behrê,
Şeytanokê dibîne li wê.
Balda digre bi herdu guhên kêvroşkê,
“Bileyîze li ber strana me balalaykê.”
“Tu şeytankê, hê biçûkî,
Li ber min tu zarî, berxwe nadî.
Ev dibe israfa wextê,
Ewil divê tu birayê min têk bibî.
Yek, du, sê! De bazdin.”
Derketin rê, şeytanok û kêvroşk:
Şeytanok ber bi qiraxê behrê,
Lê kêvroşk ber bi daristanê heta malê.
Yê ku li dorê behrê bazdida,
Ziman li derve, serî bi jor da.
Baz dida şeytanok, helkehelk dikir,
Serda pêda şil bibû, nigên xwe paqij dikir.
Difikirî: ya mûhîm ew e Baldayî têk bibim.
Dibîne: Balda li birakê xwe himbêz dike,
Û dibêjê: “birayê min ê delal,
Westiyaye, reben! Bêhna xwe bide”.
Şeytanok gêj bûye,
Poçik kişaye, bi temamî kurt bûye,
Li birakê xwe dinêre, çevnebarî ye.
“Bisekine, -got şeytanok. Ezê dakevim ji bo bacê.”
Çû ba bapîr, got:”Bela!
Baldayê piçûk min borî.”
Şeytana kal fikirî di ber xwe da,
Lê wisa diqêrîya Balda,
Ku hemû behrê şerm dikir,
Pêlên behrê ji hev bela dikir.
Şeytanoka piçûk: binêre gundî,
Min hemû bac ji te ra anî.
Lê guh bide. Tu dibînî vê darê?
Hilde ji xwe ra kîjanê dixwazî.
Kî bavêje ji dûrê darê,
Ew ê bistîne bacê.
Çi bû, ditirsî milê te derkeve ji cî?
Çima disekinî?” – “Erê disekinim ku qewet bê milan;
Ezê bi te destpê bikim, bi şeytan, bi dar.
Şeytanok ditirsiya ji bapîrê xwe,
Da ku bibêje Balda biser ketiye.
Balda li ber behrê disa dest bi qîrê dike,
Ku şerefa şeytan qirêj bike.
Disa şeytanok: “Tu çima diqîrî,
Tu yê bistînî bacê, çiqas dixwazî.”
“Na! got, Balda,
Dora min e niha,
Şert ez ê bixwe daynim,
Ez ê ji te ra piroblemek bidim.
Binêrim ka tu çiqas biquwetî,
Wê hespa boz dibînî?
Here wê hespê bigre,
Bide pişta xwe bîne.
Hespê bîne bac ya te ye,
Ger neyinî bac ya min e.”
Şeytanoka reben
Bi hespê girt,
Hilda,
Rakir,
Piştkir hesp, du gav avêt
Di gava sisêyan da ket.
Lê Balda jê ra got: “şeytana ehmeq,
Ka tu karî bînî heta ku?
Bi destê xwe jî nikarî bînî.
Lê binêre ez ê çawa bînim.”
Balda rûnişt ser hespê,
Tûrek avêt bi toz dûmanê.
Şeytanok ditirsiya ji Bapîr ra,
vebêje, serkeftineke wiha
şeytanok ketin rêzê,
xelasî tine, dê bicivînin bacê,
Û ji Balda ra anîn çiwalek.
Balda dimeşe û ji kêfan li dora xwe digere,
Papaz çav bi Balda ket, nedikarî di cî da bisekine,
Di pişt jina xwe da xwe veşart,
Ji tirsan dilerizî.
Balda, ew li wir dît,
Bac da û jê meaşê xwest.
Papazê reben
Eniya xwe dirêj kir:
Bi fîndoqa yekan
Firî serê banê;
Bi fîndoqa diduyan
Zimanê xwe daqurtand;
Bi fîndoqa sisêyan
Aqlê xwe winda kir.
Û Balda lê şîreteke wiha kir:
Ger tu neketayî pey erzaniyê, nedihate serê te tiştekî wiha.

WergêrAysel Tabak

*Têbînîya Wergêr:

DI DERHEQÊ ÇÎROKÊ DA

Puşkîn vê çîrokê di sala 1830î da nivîsîye lê ji ber sansûrê heta sala 1840î maye, heta piştê mirina wî nehatiye weşandin. Gava di sala 1840an da weşîyaye jî bi navek din, bi navê “Bazirgan Kuzma Ostop Û Alikarê wî Balda” weşîyaye.

Bingeha vê çîrokê çîrokek gelerî ye ku Puşkîn li gundê Mîyakovskî guhdar kiribû.

Di çîrokê da papazekî tima, ji bo mala xwe li yekî digere ku aşvanî, seyîsî û marangozî bike. Balda derdikeve pêşîya wî. Balda dixwaze di şûna meaşê xwe da lepeya garis û di dawiya salê da jî sê fîndoq ku li eniya papaz bixe. Papaz hinek difikire paşê qebûl dike.

Balda di kadîna kayê da radize, nanê çar kesan dixwe û karê heft kesan dike. Xelqê malê jê hez dikin lê papaz jê hez nake.
Wextê meaşê Balda tê xew li papaz diherime. Nikarê razê. Difikire çawa meaş nede û ji Balda xelas bibe. Dawîyê qala peymana xwe û Balda ji jina xwe ra dike. Jinika fêlbaz dibêje: “karekî wisa bide pêşîya wî ku nikaribe bîne cî.” Papaz gazî Balda dike. Dibêje: “here ji şeytan baca ku sê sale nedaye bistîne bîne.” Balda kindir digire û diçe qeraxê behrê. Kindir davêje nav avê û disekine. Şeytana kal ji behrê dertê, dipirse da ku çi dixwaze. Balda daxwaza baca ku sê sal e nedaye jê dike. Şeytana kal dibê ezê gavek şûn da neviyê xwe bişînim û diçe. Gavek şûn da nevîyê Şeytan, Şeytanok tê. Peymanek pêşniyarê Balda dike. Li gor vî ger kî li dora behrê zû bireve ewê biser bikeve. Balda du kêvroşk digire. Yekî berdide, yekî bixwe ra dihêle. Gava şeytanok reva xwe diqedîne û tê dibîne kêvroşk li himbêza Balda ye. Qebûl dike ku Balda bi ser ketiye. Diçe cem kalikê xwe. Ku hinek dereng dimîne Balda deng derdixe û şeytanok dîsa tê. Disa peymanek pêşbazîyê çêdikin dîsa balda bi ser dikeve. Şeytan bacê dide û Balda diçe bal Papaz meaşê xwe dixwaze. Papaz bêçare enîya xwe dirêj dike. Balda fîndoqa yekem lê dixwe, Papaz difire hewa, bi findoqa duyem zimanê xwe dadiqurtine, bi findoqa sêyem aqlê xwe winda dike. Di dawîyê da balda dibêje “Eger tu li pêy erzanîyê negeriyayî ev nedihate serê te.”

Di çîrokê da hem hêmanên rastîn hem jî xeyalî hene. Li aliyek di rengê çîrokên gelerî da, li alîyekê jî bûyerê rastî wek têkiliya alimê dîn û civakê hene. Çavbirçîbûn û çavberdana malê xelqê tê rexnekirin. Di dawîyê da jî şîret dike ku timabûn tiştekî ne baş e.

Derheqê Pushkin’de podcast

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir