Ezmûn
— Tu çima dereng mayî? — Profesor bi hişkî pirsî. — Dizanî… Bibore, ji kerema xwe re… Ez rasterast ji karê têm. Gelek kar hebû. — Got telebeya bejindirêj û xweşcemal. Ew li ber deriyê fêrgehê sekinîbû, nizanibû ka derbas bibe hundir yan na. Nêrînên wî ji dil û bêderew bûn.
— Bilêtek hilde û jimara wî bêje. — Profesor got. — Hevdeh. — Çi? Kêjan pirs tê de heye? — Pirsa yekem: “Gotin, li ser Îgorê.” — Bilêtek baş e. Şansê te heye. — Profesor ber xwe de keniya. Hinek ber xwe ket ji ber hişkahiya xwe. — Here binivîse.
Telebeyê pênûs û kaxiz hilda, rûnişt li ber masê. Profesor lê dinihêrî û di derheqê telebên wek wî difikirî, ku ji derve dixwendin. Mirovên gihîştî. Ew gelek mijûl in, ji ber ku hem dixebitin û hem jî dixwînin. Xebat piraniya wext û hêzên wan distîne, ji bo xwendinê wext namîne. Ji ber vê yekê jî ew ji rojnameyan re nivîs şandibû derheqê vê mijarê de. Lê rojname nivîs neweşandibûn. Gotibûn: “Mafê her kesê heye ku perwerdehiyê bibîne û bixwîne.”
Profesor li nêzî pencereyê bû, li derve dinihêrî. Êdî derve tarî bûbû, fener hatin vêxistin. Milet ji kar dihatin.
— Ê, tu amade yî bo bersîvê? — Profesor pirsî. — Guhê min li te ye.
Telebe bêdeng bû, bilêt di destê de hêdî hêdî dihelizî. Profesor fikirî: Bi heyecanê ketiye. Telebe destpê kir.
— “Gotin Derheqê Îgorê de”* berhemek navdar û biqedir e. Di sedsala donzdehan de hatiye nivîsîn. Nivîskar ne diyar e… Nivîskar di vî berhemê de xwestiye nişan bide ku… dijmin xwestine ser Rusyayê bigirin… Kinyaz Îgor bi dijmin re şer kiriye… yanê di wextê ku dijmin hatiye ser Rusyayê… — Telebe hay ji xwe hebû ku xweş naaxive, baldar nebû. Şerm kir. Sor û mor bû û şaş ma.
Profesor bi baldarî û bi hêrs li çavên xortê nihêrî. “Erê, te nexwendiye, nexwendiye. Ha ji te re perwerdehiya ji derve.” Ber xwe de difikirî.
— Te “Gotin”ê xwendiye? — Profesor bi dengekî bilind û bi hêrs pirsî. — Na, min nexwendiye. — Tu şerm nakî? Tu zilamekî Rûsî yî û te “Gotin”ê nexwendiye. Ew berhema me ya herî qedirbilind û navdar. Çawa dibe? — Profesor pirsî û li hêviya bersîvê ma. — Bibore, profesor, ez pê re negihîştim. Karê min gelek hebû. — Karê te min eleqe nake, xwendina te min eleqe dike. Gelek eleqe! — Profesor pê dihesiya ku dixwaze ji vî mirovî nefret bike. — Tu bixwe hatiyî bixwînî, ne wisa?
Telebe çavên xwe kuta profesor û got: — Erê, ez bixwe. — Tu dixwazî bixwînî? — Helbet, dixwazim. — Asane bixwîne. Qet te fikirî ku xwendin hêsan e? Na, xorto, xwendin zehmetek mezin e. Eger naxwazî zehmetiyê bikişînî, asane enstitûyê berde. — Hewce bi van gotinan nîne. — Telebê bi dengekî sivik got û serî nixumand. — Başe, nabêjim êdî. Lê meraq dikim, tu şerm dikî yan na? — Dikim.
Qederek bêdeng man. Profesor hat ber textê. Telebe bêlebat rûnişt û li bilêtê dinihêrî. Kêliyên zehmet bûn.
— Profesor, pirsên din jî bike. Ez xebitîme bo ezmûnê. — Di kêjan sedsalê de “Gotin” hatiye nivîsîn? — Bi hêrs pirsî profesor. — Di dawiya sedsala donzdehan de. — Başe. Çi bi Kinyaz Îgor hatiye? — Kinyaz Îgor dîl ketiye. — Raste. Îgor dîl ketiye. Lê êdî? Êdî çi bûye? Çima ew dîl ketiye, gava dîl bûye xwe çawa hîs dikir? — Hema hema bi qêrînî dipirsî. Li telebê hêrs bûbû. — Profesor, hema du xalî bide min. — Bi biryarî got telebê.
Profesor hinek aram bûbû.
— Du xal bide min. — Kinyaz Îgor di dîltiyê de xwe çawa hîs dikir? Meriv di dîltiyê de xwe çawa hîs dike? Qet evî jî fam nakî? — Ez fam dikim. — Bi dengekî nizm got. — Tu çi fam dikî? — Ez hema fam dikim, profesor; ez bi xwe jî dîl bibûm. — Çawa dîl bûbûyî? Li ku? — Dîlê Almanan. Di wextê şerê de. — Te şer kiriye? — Erê. — Çiqasî? — Sê meh.
Telebe li profesor nihêrî, profesor li telebê.
— Rûne, çima radiwestî? — Got profesor. — Tu ji dijminî reviyan? — Erê. — Telebe rûnişt. — Çawa reviyan, bêje? — Bi şev. — Bi tenê reviyan? — Na, em heft mêr bûn. — Hemû sax xelas bûn? — Hemû. — Her tiştî vebêje. — Bi awayekî fermî got profesor. — Axaftinê jî hîn bibe, xorto; ev jî lazim e. Çawa reviyan? Hûn çawa hîs dikirin? Bêguman gelek zor bû. Hûn gelek tirsîyan. Dîl ketin… çawa dîl ketin? Ez hemû meraq dikim. Gelek meraq dikim. Ev ê aliyê min bike da ez “Gotin”ê baştir fam bikim. — Ev meseleyeke dirêj e, profesor. — Gelek zor bû? — Gelek. — Erê, erê, fam dikim. — Ne diyar bû çima lê dixuyia ku ev bersîv xweşê profesor bûbû. — Tu çend salî bûyî? — Hejdeh. — Navê te çi bû? — Nikolay. — Hûn di navbera xwe de li ser çi diaxiviyan? — Tu tiştek. Ma dê li ser çi biaxiviyana? — Raste, raste. — Profesor bi baldarî li xortê dinihêrî û difikirî ku nivîskarê “Gotin”ê jî mina vî xortê bûye: xurt, rastgo û samîmî.
Qederek bêdeng man. Diviya bû ku vegerin ser “Gotin”a ji aliyê telebê ve nexwendî.
— Ev baş e, şervan. Ev baş e ku tu hemû fam dikî. “Gotin” helbet divê bê xwendin. Ne tenê carekê jî. Ez ê vê kitêbê diyarî te bikim. Wek her carê bi min re ye. — Profesor ji çentê xwe kitêba “Gotin”ê derxist. Hinek fikirî û li telebê nihêrî, berken bû, hin tiştan nivîsî nav pirtûkê û wê da xortî. — Niha nexwîne, li malê bixwîne.
— Ka kaxizê qiymetê yê xwe bide min. — Got mamoste.
Kaxiz ji wî sitand, li ser tiştan nivîsî û disa dayê.
— Xatirê te!
Telebe ji fêrgehê derket. Kaxizê qiymetê di destê de bû. Ditirsiya ku lê binihêre. Şerm dikir. Ditirsiya ku mamoste di kaxizê de qiymetê “baş” nivîsîbe. Yan jî xirabtir bû ku “gelek baş” nivîsîbe. Baştir bû ku “navîn” bidayê — xwe bi xwe difikirî.
Li korîdorê ew bi lez kaxizê vekir. Tê de “nebaş” nivîsîbû. Telebe berken bû û çû.
Li rê kitêb bîra wî hat. Vekir û hevoka ku profesor nivîsîbû xwend: “Bixwîne, şervan, bixwîne. Eva jî karek ne hêsan e. — Profesor Grîgoryev.”
Telebe li pencera enstitûyê nihêrî. Bi wî wisa xuyia ku profesor di wir de lê dinihêrî. Bi rastî jî profesor li ber pencereyê sekinîbû, li derve dinihêrî.
Nişe:“Gotin Derheqê Îgorê de” (Слово о полку Игореве), Sedsala 12-an de hatiye nivîsîn, nivîskarê wê nenas e, destansiyeke kevnar a Slavên Rojhilatê ye. Di serdema Rusya ya Kievê de hatiye nivîsîn.