Ji dayik re name
Sergei Yesenin (1895-1925)
Tu hê dijî, dayika min a pîrik?
Ez jî dijîm. Silav, silav ji bo te!
Bila ronahiya evarê ya sivik
Biherike li ser kozika te.
Nivîsîne ku ji bo min bi dizîka lê lêê
Tu gelekî xema min dikî
Dibêjin ku tu pirî caran diçî ser rê
Û wî xeftanê ku êdî kevin bûye li xwe dikî
Daîm di tariya şîn a şevê de
heman tişt li ber çavê te xuya dibe:
Çawa ku di pevçûna li meyxanê de
Yek kêra fînî li ser dilê min dide.
Delalîka min, xeman mexwe.
Aram be, tenê wisa tê bi te
Ez ne serxweşekî wer beredayî me
Ku bimrim bêyî dîtina te.
Mînanî berê ez hê jî hestiyar im
Û bi tenê wê yekê xeyal dikim:
Ku gavek zûtir j’vê hesreta kambax xelas bim
Û li mala xwe ya sade vegerim
Ez ê vegerim gava ku spîbaxçeyê me
Kulîlkên xwe veke wekî biharê.
Bi tenê tu min di berbangê de
Şiyar meke, wekî heşt sal berê
Şiyar meke tiştên di xewnan de mayî
Xeman mexwe, nede dû tiştên ku çûye
Pir tişt wenda kir min ê westiyayî
Li jînê ceribandin zû bi para min ketiye
Û duayan hînî min meke, ne hewce ye!
Êdî nîn e vegera li berê
Tu bi tenê sebr û pîgara min î
Bi tenê tu yî nûra min a bêpayan li dinê.
Her wiha, xema xwe ji bîr bike dayê
Ew qas kûr mereqa min meke
Wisa pir dernekeve ser rê
Û wî xeftanê kevin jî li xwe meke!
1924
Wergera ji rûsî: Aysel Tabak
Nişe: Ev helbest di kovara LEWergerê de hatiye weşandin.